BI DÎMEN

Saziyên jinên Kurd ên li Rûsyayê 15'e Sibatê şermezar kirin

Saziyên jinên Kurd ên li Rûsyayê, komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin, şermezar kirin.

Seroka Tevgera Jinên Kurd li Rûsyayê Cûlyeta Aram û Seroka Organîzasyona Jinên Kurd li Moskowayê Tara Qadir, komloya 15'ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin, şermezar kirin.

'TÊKOŞÎNA JINAN DIKARE RÊBERTÎ AZAD BIKE'

Aram da xuyakirin, ku jin bi xurtkirina têkoşînê dikarin komploya 15'ê Sibatê pûç bikin û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bikin. Aram got, "Li ser navê Tevgera Jinên Kurd li Rûsyayê, ez komploya 15'ê Sibatê bi tundî şermezar dikim. Di ser komploya 15'ê Sibatê re 18 sal derbas bûn. Di nava van 18 salan de, dewleta Tirk a faşîst tevî nokerên xwe ji bo şikandin û teslîmgirtina vîna gelê Kurd, çi ji dest hat kir. Tevgera Azadiyê ya Kurd jî pêşî li van hemû êrîşên dewleta Tİrk a faşîst girt. Lê belê xeteriya li ser gelê Kurd hê neqediya ye û komplo ji her alî ve hê didome. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi berxwedana xwe ya li zîndana Îmraliyê re pêşengî ji tevahiya gelê Kurd re kir û bi paradîgmaya xwe Têkoşîna Azadiyê ya Kurd hê bêhtir nêzî azadiyê kiriye. Kurdên li çar aliyên cîhanê dijîn, îro komploya 15'ê Sibatê şermezar dikin. Meşa Enternasyonalîstan a li Ewropayê jî nîşan dide, ku êdî gelên din jî destekê didin têkoşîna gelê Kurd. Weke jinên Kurd ên li Federasyona Rûsyayê dixebitin, komploya 15'ê Sibatê bi tundî şermezar dikin. Bi xurtkirina têkoşîna xwe re em dikarin komployê bi temamî pûç bikin û Rêberê xwe azad bikin."

'KENGÎ OCALAN JI ZÎNDANA ÎMRALIYÊ HAT DERXISTIN, HINGÎ WÊ KOMPLO BI TEMAMÎ HATIBE PÛÇKIRIN'

Qadir jî da xuyakirin, ku hêzên navneteweyî bi dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re xwestine gelê Kurd bê îrade bikin û got, "Hêzên navneteweyî bi tifaq û hevgirtineke mezin a ku di dîrokê de kêm caran hatiye dîtin, li ser komployeke qirêj a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hev kirin. Girtina Abdullah Ocalan ne girtina şexsekî ye, di kesayetiya wî de hewldana dîlgirtin û bêîradehiştina gelê Kurd e. Ji ber vê yekê 15'ê Sibatê ji bo gelê Kurd bûye rojeke reş, ji bo hemû dewletê di nava komployê de cih girtine bûye rojeke ku jê fedî bikin. Li çar aliyên cîhanê, Kurdistanî bi hêrseke mezin vê rojê şermezar dikin û lenetê li dewletên tiliya xwe di komployê de hene, tînin. Ev yek jî nîşan dide, bê Kurd bi pêşengiya Ocalan çiqasî yek in. Pêwîste gelê Kurd, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşîna xwe xurtir bikin. Kengî Rêbertî ji zîndana Îmraliyê derket û gihîşt nava gel, wê hingî komplo ji her alî ve hatibe pûçkirin. Em ê hingî karibin bi hêvî û dilrehetî ji bo siberojê bixebitin."