Saziyên jinan yekîtiya neteweyî nîqaş dikin

Jinên Kurd ên ku li Amedê civiyan, komxebeteke bi helkefta civîna Kongra Neteweyî ya Kurd pêk tînin.

Jinên Kurd ên di çarçoveya hewldana komkirina Kongreya Neteweyî ya Kurd de li Amedê kom bûn, komxebatek lidar xistin. Parlamentera HDP'ê Feleknas Ûca  di komxebatê de axivî û wiha got: "Sedsaleke din a ku Kurd bi dest ve berdin nîne. Jinên Kurd pêşengên vê kongreyê ne."

Jinên Kurd ên di çarçoveya hewldana komkirina Kongreya Neteweyî ya Kurd de bi beşdariya gelek saziyên jinan li Amedê kom bûn, Komxebata Jinên Kurd li dar xistin. Komxebat li avahiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) hat lidarxistin û Parlamenterên HDP'ê Feleknas Ûca, Aycan Îrmez, KCD, Meclîsa Dayikên Aştiyê, TJA, Kome Diyalogê ya Dîcle Firatê, tevgera Azadî, Kongreya Îslama Demokratîk (KÎD), Komeleyên Elewiyan a Demokratîk (DAD), Jinên Êzidî, nûnerên HDP û DBP'ê yên jin beşdar bûn. Li salonê dowîzên "Bi rêbertiya jinên Kurd ber bi netewa Kurd ve”, “Bê yekîtî azadî nabe”, “Yekîtiya jinên Kurd yekîtiya Kurd e” û “Jin jiyan azadî” hatin daliqandin. 

'SEDSALEKE DIN A KU WÊ BI DEST VE WERE BERDAN NÎN E’

Beriya komxebatê parlamentera HDP'ê Ûca axivî û diyar kir ku ji bo yekîtiya gelê Kurd peywireke mezin dikeve li ser milên jinên Kurd û di vê pêvajoya dîrokî de hêzên desthilatdar dixwazin gelê Kurd parçe bibin. Ûca anî ziman ku siyaseta gelê Kurd tê astengkirin û wiha berdewam kir: "Ji bo ku gelê Kurd pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bike ji bo yekîtiyê roj îro ye. Sedsaleke din a ku bi dest ve berdin nîne. Dayik û jinên Kurd 40 sal in pêşengiyê dikin. Li Rojhilata Navîn û cihanê hemû kes qala jinên Kurd dikin. Têkoşîna jinên Kurd û berxwedana wan li Cizîr û Nisêbînê ji ruhê Newrozên salên 90'î tê. Ji ber vê yekê jinên Kurd weke pêşengên gelek kongreyan in. Dewletên Ewropayê berê xwe didin Kurdistanê û tecrubeyên rêxistinbûnê dixwazin ji têkoşîna jinên Kurd hîn bibin."

'BANGAWAZIYA OCALAN A JI BO KONGREYÊ GIRÎNG E' 

Ûca di 15'ê Sibata 1999'an de radestkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Tirkiyeyê şermezar kir û bal kişand hewldanên wî yên ji bo komkirina Kongreya Neteweyî ya Kurd. Ûca wiha berdewam kir: "Birêz Ocalan her tim ji bo yekîtiyê bangawazî dikir. Li ser bangawaziyên Birêz Ocalan gelek konferansên dîrokî hatin lidarxistin. Konferansên ku hatin lidarxistin ji bo yekîtiya Kurdan e û ji Kongreya Neteweyî ya Kurd amadekarî ye. Li Amedê gelek jin beşdarî kongeransan bûn. Vê jî tecrubeyên jinên Kurd nîşan da. Divê hewldana Birêz Ocalan a ji bo yekîtiya Kurdan neyê jibîrkirin."

Ûca bi berdewamî got,  "Bêyî jinê ti şoreş nabe"  û wiha axivî: "Kongreya yekîtiya neteweyî ya Kurdistanê bi qasî nan û avê pêwîst e. Em weke jinên Kurd çi bikeve li ser milê me em ê bikin. Ev komxebat ji bo ku em  xwe bigihînin hemû jinan gavek e." 

Piştî axaftina Ûca komxebat ji çapemeniyê re girtî berdewam kir. Piştî komxebatê wê encamname bê parvekirin.