Salîha Aydenîz: Mûxatabê çareseriyê Abdullah Ocalan e

Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz di mîtînga jinan de axivî û diyar kir ku wê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bişikê û tekane mûxatabê çareseriyê yê doza Kurdan jî Abdullah Ocalan e.

Mîtînga ku bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), bi dirûşma "Ji nîjadperestî û zayendperestiyê re êdî bes e, niha dem dema azadiya jinê ye" hat organîzekirin li Qada Îstasyonê ya Amedê di dawî bû.  

Di mîtîngê de Hevseroka Giştî a DBP'ê Salîha Aydenîz axivî û got: "Ji Dêrsimê heta Amedê, ji Botanê heta Serhedê jin îro li vî qadê li ser piyan bûn. Divê bê zanîn ku jin tu carî paşve gav navêjin û wê serî li hemberî desthilatdariyê natewînin. Her wiha tehemûlê reng û tilîliyên jinan nakin. Camî kirin qereqol. Ji ber ku ji azadiya jinê ditirsin. Dizanin ku çi dibe bila bibe jin tu carî dev ji rêxistinbûna xwe û her wiha ji qadan bernade. Ligel her cûreyên dorpêçe jin ê li ber xwe bidin. Jin bi berxwedanê heta van rojan hatin."

Aydenîz di axaftina xwe de wiha bal kişand ser tecrîdê û got: "Zextên ku niha pêk tê, ji ber tecrîdê ye. Heke dengê rêzdar Ocalan bilind bibe dê demokrasî jî pêş bikeve. Dengê wî dê ji Rojhilata Navîn re aştiyê bîne. Desthilatdarî ji demokrasî û azadiyê ditirse. Îro kesên ku li Kurdistanê digerin qala muxataban dikin û me her tim got muxatab diyar e. Muxatab rêzdar Ocalan e."

Aydenîz di dawiya axaftina xwe de wiha bal kişand ser avakirina yekitiyê û got "Tekane rê avakirina tifaqê ye. Em ê di avakirina yekitiyê de bibin pêşeng.”

Mîtîng bi tilîlî û gerandina govendê bi dawî bû.