BI DÎMEN

RJAK: Wê nikaribin îradeya azadiyê ya gelê Kurd teslîm bigirin

RJAK bi daxuyaniyek li Kerkûkê ve qetlîama dewleta Tirk a li Cizîrê şermezar kir, wiha got: “Dewleta Tirk wê nikareibe îradeya xwerêveberiya gelê me teslîm bigire.”

RJAK bi daxuyaniyek li Kerkûkê ve qetlîama dewleta Tirk a li Cizîrê şermezar kir, wiha got: “Dewleta Tirk wê nikareibe îradeya xwerêveberiya gelê me teslîm bigire.”

Li Akademiya Jinên Azad a Tevgera Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) bi tevlîbûna komek jinên Kerkûkî jî daxuyanî ji aliyê endama RJAK’ê Lavîn Nûredîn hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dewleta Tirk bi taybet serketina gelê Kurd a hilbijartinên 7’ê Hezîranê hezm nekiriye, lewma bi bî awayê hovane êrîşî berxwedana xwerêveberiyan dike, wiha hat gotin: “Dewleta Tirk piştî hilbijartinên 7’ê Hezîranê li dijî gelê Kurd plana şerekî berfireh xistiye meriyetê. Lê, ev planan wan wê ti carî negihêjin serketinê. Gelê Kurd biryara xwe ya azadiyê daye. Êdî naxwaze di bin zilm û zextên dewleta Tirk de bijî.”