QSD: Li Qamişloyê di êrîşê de 2 jê zarok 4 kes şehîd bûn

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) diyar kir ku di êrîşa dewleta Tirk de ya li ser Qamişloyê ku 6'ê Tebaxê kir, 2 jê zarok 4 kes şehîd bûne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD'ê bi daxuyaniyekê got, "Dewleta Tirk a dagirker doh êvarê bi balafira bêmirov a bombebarkirî êrîşî taxa Sîna ya Qamişloyê kir. Di êrîşê de yek jê endamê Saziya Dîsîplîna Leşkerî 4 kes şehîd bûn. 2 ji şehîdan zarok in."

Êrîşa dewleta Tirk a li ser Qamişloyê heman piştî civîna li Soçiyê pêk hat, ku Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan li hev rûniştin.