Qetilkirina jina li Bremenê hat şermezarkirin: YJK-E em ê bi rêxistinkirinê bersivê bidin

Li Bremenê qetilkirina jina ji aliyê hevjînê wê ve hate şermezarkirin, li dijî hişmendiya mêrsalariyê peyam hatin dayîn.

Li bajarê Bremen yê Elmanya jina ducanî ku ji aliyê hevjinê wê ve bi şêweyekî hovene hat qetilkirin. Têkildarî vê YJK-E û Rêxistinên Kurdan ên li Bremenê daxuyaniyek nivîskî dan.

YJK-E, di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku hemû qetilkirinên jinan siyasî ne û ev tişt got: " Me 4. salvegera 3 jinên şoreşger ku li Parîsê hatibûn qetilkirin, li pey xwe hişt û di van rojan de nûçeyên qetilkirina jinan li ser hev tên. Sala 2016'an li hemû cihên cîhanê weke salekî reş hat dîtin, dîsa di serê maha sala nû de me şahidî ji qetlîamên jinan ên nû re kir.

Jina Kurd ya 40 salî ku li Bremenê dijî û 9 meh ducanî bû, ji aliyê hevjinê xwe ve bi şêweyekî hovane hat qetilkirin. Di vê qetilkirinê de rewşa hovîtiya li ser jinan tê meşandin radixe ber çavan, hemû jin vê êşê ji dil hîs dike. Divê hemû jin û bi taybet jinên Kurd li dijî van cure qirkirina bertek tund nîşan bide û bikevin nava hewldanan.

Sistema kapîtalîzmê wiha kiriye ku jin wek zayenda duyem were temaşekirin û bi vê ve girêdayî dema beramberî krîzên dimîne, wisa bike ku gav bi şûn de bavêje, bike jinek kole û bêçare.

Em ti caran li beramberî vê sistema ku jinan qetil dike, bejna xwe natewîn in. Em ê li beramberî vê xwe bi rêxitin bikin û berxwedanê xurt bikin. Em ê tim li dijî hişmendiya şidetê li ser jinê dide kirin û li ser jinê serweriyê dide meşandin têbikoşin û rê nadin di nava civaka Kurd de cihê xwe bike.

'TÊKOŞÎNEKÎ BÊ HEMPA BIDIN MEŞANDIN'

Li ser rastiya jina azad nebe, civak azad nabe tev bigerin, civaka ku jinê qetil bike û jinê kole bike wê her tim mehkûmî kolekirinê bimîne. Tevgera Azadiya Kurd û Tevgera Jina Kurd koletî xistiye qalibekî wisan û di refên bi toz ê dîrokê de bin ax kiriye. Li ser vî bingehî di destpêkê de hemû jin û Kurdistanî li dijî hişmendiya sîstema mêrserweriyê û koletiyê dispêre û jinê tine dihesibîne, têkoşînekî xurt bi rê ve bibe. 

Li dijî qetilkirina jinan dengê xwe bilind bikin, jinekî tenê jî bê rêxistinkirî nehêlin. Rêxistinkirina me bersiva herî xurt a li dijî kolekirinê ye.

'EM Ê LI DIJÎ PAŞVERÛTIYÊ TÊBIKOŞIN'

Meclîsa Jinan a Sêvê ya Bremenê û Meclîsa Nav-Dem ya Bremenê jî daxuyaniyek hevpar dan. Jinan diyar kirin ku her cure şidet û zilma li dijî jinan red dikin. Di civaka me de hemû têgihên paşverûtiyê yên li ser jinan didin ferzkirin, li ser bingehê azadiyê têkoşîn kirin û li derdorî xwe bi ti awayî rê nade şideta li ser jinê bê kirin.

Em Kurdistaniyên ku li Bremenê dijîn, em ê ser şopa têkoşîna jina Kurd a ku bi serkeftî têkoşîna azadiyê û berxwedana bi rûmet li çar aliyên cîhanê belav kirin, bimeşin, bang li hemû jinan bi taybet Kurdistaniyan dikin ku li dijî paşverûtî û koletiya di hundirê me de têkoşînê xurt bikin û li dijî qetlîamên li ser jinan tê kirin dengê xwe bilind bikin.