Polîsan çalakiya jinan li dijî ‘Qetlîama Parîsê’ asteng kirin

Polîsên Tirk rê nedan jinên ku xwestin li pêşiya seferataneya Fransayê qetlîama Parîsê şermezar bikin.

Çalakiyên li dijî doza her 3 jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez  yên ku di 9’ê Çile 2013’an de li paytexta Fransayê Parîsê hatin qetilkirin, didomin. 

Ji ber ku ev doza her 3 jinên şorêşger hat girtin, jinan xwestin pêşiya avahiya seferatxaneya Fransayê çalakiyek a şermezarkirinê li dar bixin, lê polîsan rê neda jinan û çalakî asteng kir. 
Jinên ku bertek nîşanê dorpêçkirina polîsan dan, ji qada Taksîmê hatin dûrxistin.