Polîs, rapora derbkirina nexweşa vertîgoyê ya Fîgen Ektî dizî

Hat zanîn ku rapora derbkirinê ya Fîgen Ektî ya TJA’yî ku li Şaxê Siyasî yê Enqereyê destgîrkirî ye hatiye dizîn.

Êşkenceya polîsên Enqereyê li TJA’yiyan ku di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de hatin destgîrkirin, berdewam e. Jinên destgîrkirî ji Amedê birin Enqereyê û polîsên Şaxê Siyasî yê Enqereyê êşkence li wan kir. Hat zanîn ku rapora derbkirinê ya Fîgen Ektî ya TJA’yî ku êşkence lê hat kirin, ji aliyê polîsan ve ji berîka montê wê hatiye derxistin.

Girtina îfadeyê jinan ji aliyê dozgeriyê ve li Edliyeya Enqereyê îro dewam kir. Hat zanîn ku Ektî nexweşa vertîgoyê ye û îfadeyê wê nehatiye girtin û rakirine nexweşxaneyê. Li ser rewşa Ektîyê hêj tu agahî nehatiye bidestxistin.