Piştevaniya Jinê ya Navneteweyî dewleta Tirk û YE şermezar kir

Komek navneteweyî ya ji jinên beşdarî kampanya "Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re Azadî-Ji Kurdistanê Aştî" bûne pêk tê, sûcên li Tirkiyeyê li dijî mirovahiyê tên kirin, şermerzar kir.

Komek ji jinên Kurdistanî û Ewropî, di navbera 19-22'ê Nîsanê de li Strasboûrgê beşdarî çalakiya nobedê ya ji bo azadiya Ocalan bûbû.

Piştevaniya Jinê ya Navneteweyî daxuyaniyeke nivîskî weşand û careke din piştgiriya xwe ya ji bo Kurdan destnîşan kir. Di daxuyaniyê de êrîşên dewleta Tirk careke din hatin şermezarkirin.

Jinên mora xwe danîne binê daxuyaniyê ev in:

Barbara Spînellî; Karîane Westrheîm; Sîmonetta Crîscî; Sara Montînaro; Selene Verrî; Susanne Rosslîng; Arzu Pesmen; Anke Heyerîck; Cassîers Margot; Elly Van Reusel; Mînoo Kofoed; Sayla Borgwardt; Sîan Adey Cîlîa; Radha De Souza.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Jinên Kurd di têkoşîna li dijî zilma DAIŞ a faşîst û li dijî hikûmeta Tirk aktorên sereke ne. Lewma jin di asta destpêkê de dibin hedefa wan."

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin: "Weke jinên ji Koma Aştî û Piştevaniya Îmraliyê, em sûcên dewleta Tirk li hemberî mirovahiyê dike, binpêkirinên mafên mirovan, bêdengiya Konseya Ewropayê û hevkariya Yekîtiya Ewropayê (YE) ya li vî sûcî bi tundî şermezar dikin.