BI DÎMEN

'Pêwîste serketina jinan li sindoqan jî deng vede'

Endama Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Bedriye Yorgûn, ku kampanya 'NA' ya jinan a li Çûkûrovayê bi rê ve dibe, bal kişand ser serketina jinan a di nava kampanyayê de û got, ew bawer ev serketin wê li sindoqan jî bê nîşandan.

Endama Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Bedriye Yorgûn diyar kir, jin li her qadê pêşengiyê ji kampanya 'NA' re dikin û destnîşan kir, ku girîng e heman pêşengtî ji dengdanê re jî bikin.

Bedriye Yorgûn kampanya 'NA' ya jinên li Çûkûrovayê û sedema girîngiya dengdanê ya jinan, ji ANF'ê re nirxand.

JINAN PÊŞENGÎ JI KAMPANYAYÊ RE KIRIN

Endama Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Yorgûn destnîşan kir, ku jinên li Çûkûrovayê dijîn li her qada jiyanê hildiberînin û anî ziman, jinan di ti serdemê de bersiva vê keda xwe nedîtine. Bedriye Yorgûn bibîr xist, jin li nava erdan, li karê tekstîlê û cemaweriyê dixebitin û got, jin bi xurtî tevlî qada siyasî jî dibin. Yorgûn ragihand, di pêvajoya referandûmê de jinan pêşengî ji xebatên li Çûkûrovayê re kirine û wiha dewam kir: "Di vê demê de, ku zext û zordarî di asta herî bilind de ye, operasyonên qirkirina siyasî bê navber dewam dikin û mirov nikarin derkevin ber deriyê xwe, haya jinan ji hemû bûyeran heye û li dijî van jî li ber xwe didin."

HAYA WAN JI ÊRÎŞKARIYA 'ERÊ' HEYE

Yorgûn diyar kir, tevî ku berxwedana jinan li kolanan deng veneda be jî, di nava xwe de bi xurtî xwe bi rêxistin kirine û anî ziman, jin wê bandoreke mezin li dengê NA bikin. Yorgûn ragihand, eger dengê 'erê' bi ser bikeve, yek wê beriya her tiştî bandoreke neyînî li jinan bike û got, "Bi Rewşa Awarte re jinan dîtin, ku êrîşa herî mezin li dijî wan tê kirin."

Yorgûn destnîşan kir, tişta herî nebaş a bi serê jinan ve bê, tekperestî ye û got, li dijî tekperestiyê wê dengê jinan bi xurtî û pirrengî derkeve holê. Di dewama axaftina xwe de Yorgûn anî ziman, her karekî ku jin biryarê li ser bide û bi rêxistin bike wê bi ser bikeve û diyar kir, li dijî desthilatdariya heyî ku ji wekheviya jin û mêr bawer nake, jin wê berxwedana xwe geş bike.

Endama Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Bedriye Yorgûn anî ziman, ku dem hatiye jin pêşengiya xwe bi serketinê tacîdar bikin û destnîşan kir, divê jin berikin ser sindoqan. Yorgûn ragihand, ji bo keda jinê û berxwedana we bi ser bikeve, divê jin hem bi xwe biçin ser sindoqan, hem jî gel bi xwe re bibin ku dengê NA bidin. Yorgûn bang li jinên li Çûkûrovayê kir: "Dor hatiye em biçin ser sindoqan û keda xwe û dengê xwe yê NA nîşanî her kesî bidin."