BI DÎMEN

'Pêvajoya bi dengê NA dest pê dike, bi xêr e'

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Hacer Ozdemîr diyar kir, hem mîtîngên wan, hem jî pîrozbahiyên Newrozê nîşan dane, ku dengê 'NA' bi ser ketiye û got, "Pêvajoya bi NA dest pê dike, bi xêr e."

Meclîsa Jinan a DBP'ê, bi rêya komîsyonên xwe yên ji bo xebatên refeandûmê ava kiriye, karekî xurt ê 'NA' dimeşîne. Meclîsa Jinan a DBP'ê, piştî ku li gorî pêwîstiyan koordînasyon ava kir, dest bi lidarxistina civînên danasînê kir. Li dû van civînan daket qadan û sedema dayina dengê 'NA' ji gel re vegot. Di dema vî karî de gelek zext û zordarî lê hat kirin. Ji ber binçavkirin û girtinan, beşdarên vî karî her tim hatin guhertin. Berdevka Meclîsa Jinan a DBP'ê Hacer Ozdemîr ji ANF'ê re axivî û diyar kir, zexta li jinan bi zanebûn tê kirin. Ozdemîr got, "Ji ber ku em li dijî mayîndebûna sîstema wan disekinin."

FERASETA DESTHILATDARIYÊ KU JINAN JI NEDÎTÎ VE TÊ

Berdevka Meclîsa Jinan Hacer Ozdemîr anî ziman, mafên ku di encama têkoşîna bi salan a jinan de bi dest hatin xistin, ji roja destpêkê ve di hedefa desthilatdariya AKP'ê de ne û got, ji bo dayina dengê NA bi hezaran sedemên wan hene.

Ozdemîr got, ji bo dayina dengê NA, ev sedem jî têrê dikin:

*Jinê bi malbatê re dinirxîne, hebûna jinê ya bi tenê tine dihesibîne, wezareta qaşo bi pirsgirêkên jinan re eleqedar e navê wê kirin 'Wezareta Polîtîkayên Malbatê û Civakî'. Kesên vê wezaretê bi rê ve dibin, îstîsmarkirina zarokan rewa dikin. Em dibêjin NA, ji ber ku em sîstemeke bi vî rengî naxwazin.

*Di rojeke weke 8'ê Adarê de jî -Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê- Serokkomar mafê axaftinê nade jinê û li ser navê wan daxive. Em dibêjin NA, ji ber ku naxwazin gotina 'Jin û merê nabe bibin weke hev' ji Serokkomar bibihîzin.

*Ya ku li Ekîn wan, Fîgen Yuksekdag û Sebahat Tûncel hate kirin, rasthatin nîne. Li dijî şoreşa bi pêşengiya jinê ya li Rojhilata Navîn, tinehesibandina vîna jinê ye. Em ji van hemûyan re dibêjin NA.

PÊVAJO WÊ BI DENGÊ NA BIQEDE

Ozdemîr di dewama axaftina xwe de ragihand, hem mîtîngên wan, hem jî pîrozbahiyên Newrozê nîşan dane ku dengê NA bi ser ketiye û destnîşan kir, pêvajoya bi dengê NA dest pê dike, wê bi xêr be. Ozdemîr bibîr xist, tevî ku Cizîr hat talankirin û wêrankirin, gelê Cizîrê dîsa jî daket qadan û wiha dewam kir: "Pêwîste hînî vê bibin; ev gel û têkoşîn her tim hebû û wê her tim hebin. Ya ku demkî ye, desthilatdariya wan e! Ev gel gelekî bêrûmet nîne, ku piştî ewqas tiştên anîn serî deng bide vê desthilatdariyê."

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Hacer Ozdemîr diyar kir, bi fermana AKP'ê endam û serokên desteya sindoqan ên HDP'ê hatine betalkirin û got, wan ev valahî bi muşahîdan dagirtine.

EM Ê XWEDÎ LI SINDOQAN DERKEVIN

Ozdemîr bang li mirovên bi berpirsyariyê radibin kir, ku ji bo ewlekariya sindoqan bibin muşahîd û herî dawî got, "Dilê me rehet e. Tevî ku di hilbijartinên beriya niha de wezîfedarên me yên li ser sindoqan tine bûn, gelê me xwedî li sindoqan derket. Berdêla xwe çi dibe bila bibe, em ê tevî gelê xwe xwedî li dengê xwe derkevin. Em vê yekê ji gelê xwe re dibêjin; em di pêvajoyeke zehmet de ne, lê belê bi xwedîderketinê re em ê bi ser bikevin."