PE’yê, rêgezên nû yên ji bo destheqê wekhev ê jin û mêran erê kirin

Parlamentoya Ewropayê, ji bo ferqa newekheviya destheqê yê jin û meran kêm bike, rêgezên nû erê kirin.

Parlamentoya Ewropayê (PE), ferzkirina rêgezên destheqê nû li şirketên li Yekîtiya Ewropayê, erê kir.

Li gor rêgezên nû ku PE’yê qebûl kirin, şirketên di nav Yekitiya Ewropayê de, agahiyên ji bo destheqên xebatkaran baştir bidin ber hev û ferqa destheq a ji ber zayendê derbikeve holê, divê peyde bikin.

Bi vî awayî wê veşarîbûna destheq, qedexe bibe. Anku bi tu xaleke peymanê wê neyê astengkirin ku karker bixwazin di der heqê destheqên karkeran de bibin xwedî zanîn.

Bi rêgezên nû, derket holê ku Konseya Ewropayê û Parlamentoya Ewropayê du sal berê peyman daniye.

Biryarên nû 20 piştî ku di Rojnameya Fermî ya ye YE’yê de bên wêşandn, wê bikevin meriyetê, Ji bo bikevin meriyete divê Konseya Ewropayê erê bike.

Parlamentoya Ewropayê, bi erêkirina rêgezan, ji xwe re dike armanc ku ferqa destheq a navbeyna jin û meran ji holê rake.

Li Yekitiya Ewropayê hêj jî jin ji bo heman karî ji sedî 13 kêmê mêran digirin.

Karsazên rêgezan binpê bikin, wê bi cezayê pere bên cezakirin û wê mafê karkeran hebe ku tazmînatê bixwazin.