PAJK'ê dayika Uweyşê bibîr anî

Koordînasyona PAJK'ê, dayika Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Uweyş Ocalan, di salvegera wefata wê de ew bibîr anî.

Koordînasyona Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê (PAJK), ji ber salvegera wefata Uweyş Ocalan peyameke nivîskî weşand.

PAJK'ê di şexsê dayika Uweyşê de, hemû dayikên Kurdistanê yên cefakar, berxwedêr û keda wan qet nayê jibîrkirin, bi rêzdarî bibîr anî. 

Di peyama PAJK'ê de hat gotin, "Ji bo keda dayikê ku em hebûna xwe, civakîbûna xwe deyndarê wê ne, Rêber Apo bersiva herî bedew û watedar da. Di vê oxirê de têkoşîna azadiya jinê afirand."

PAJK'ê destnîşan kir, dayika Uweyş ji bo her milîtana/ê azadiyê xwedî rastiyeke ji wateyên kûr e û wiha dewam kir: "Di şexsê dayikan de me hevsengiya bêhempa ya xwezayê, ahengiya bêhempa ya gerdûnê û edalet fêhm kir. Her ku me ji felsefeyeke afirîneriyê bawer kir, hîn bêhtir me wate dan jiyanê û ji bo zêdekirinê me fêhm kir."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, polîtîkayên netewe dewlet, hêzên desthilatdar ên kapîtalîst, sazî û sîstema wê, sedem û çavkaniya bingehîn a êşên heyî yên jin û dayikan e û hat gotin, "Rondikên dayikan hîn bêhtir dibarin, di şer de neçar dimînin hîn bêhtir berdêlan bidin. Li dijî vê yekê, jin ji bo hebûnê têdikoşin."

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Weke milîtanên PAJK'ê em dayika Uweyşê bibîr dîtin û ji bo bibin zarokên bi xêr û kêrhatî yên dayikên xwe, em ê têkoşîna xwe ya azadiyê bilind bikin. Em bi serbilindî dibêjin, ku em şopdarên hemû dayikên di têkoşîna azadiyê de berdêl dane, em şopdarên şehîdên xwe yên jin in."