PAJK: Di her şert û mercî de pêşengî ji têkoşîna azadiyê ya jinê re kirin

PAJK: Hevrê Berçem û Kînda bi dilsoziya xwe ya bi Rêbertî, bi sekna xwe ya partîbûnê di nava her şert û mercî de pêşengî ji têkoşîna azadiyê ya jinê re kirin.

Koordînasyona PAJK'ê têkildarî 2 gerîlayên şehîd bûn daxuyaniyek da û got, "Du canên me yên dilsozên azadiyê hevrê Berçem Tûrcel û Kînda Zîn nirxên azadiyê ne ku ji sala 1993'an û vir ve bi milîtaniya xwe ya pêşeng a bênavber, têkoşîna jinê mezin kirin."

Daxuyaniya PAJK'ê wiha ye:

"Hevrêya me Berçem Tûrcel gerîlatiya ku di sala 1993'an de li eyaleta GAP'ê da destpêkirin, ji qadên bakur heta bi Herêmên Parastinê yên Medyayê û Rojava dewam kir û şoreş bi rêxistin kir. Îradeya xwe ya berxwedanê li çiyayên Kurdistanê mezin kir. Di gerîlatiya xwe ya salên dûr û dirêj de li qadên YJA Star-HPG'ê bi rêbaza xwe ya serketî ya fermandariyê, şerê azadiyê bi pêş ve bir. Daxwaza azadiyê ya jinan, ya gelan ji kûrahî hîs kir û di her kêliya jiyana xwe de gavên şoreşgerî avêt. Şerê xwe yê azadiyê ku li dijî mêtingeriya Tirk da destpêkirin, li Rojava li dijî DAÎŞ'ê dewam kir. Li hemberî polîtîkaya zayendîperest a sîstema baviksalariyê, her tim têkoşîneke radîkal meşand. Bi baweriya xwe ya mezin a li têkoşîna jinê, bi dilsozî, hezkirina ji welêt, fedakarî û taybetmendiyên milîtaniyê pêşengiyeke xurt kir.

Hevrê Kînda Zîn bi ruhê xwe yê pak, bi helwesta xwe ya şoreşgerî li her qada têkşoînê her tim nûnertiya bawerî, hezkirin û yekîtiyê kir. Di nava têkoşîna xwe ya sih salî de li her derê, afirîneriya bêdawî ya jinê nîşan da. Di nava hevrêyên xwe de timî bû cihê hezkirinê, di her karî de bandor û şopa xwe hişt. Bi sadebûna xwe ya ku bi jiyana azad re bû ye, hezkirina li xweza û welat ji çiyayên Kurdistanê gihand nava civakê. Rêwîtiya koçberiyê ku di 13 salî de gihîşt Îngilistanê, di sala 1995'an de bi tevlîbûna li nava partiyê veguherand meşa azadiyê. Her ku hesabpirsîn û lêpirsîna li sîstema zayendîperest mezin kir, nasnameya xwe ya milîtaniyê jî xurt kir. Mîna her kesayeteke Kurd û milîtaneke azadiyê, li dijî komploya navneteweyî sondxwara têkoşînê bû.

Hevrê Berçem û Kînda bi dilsoziya xwe ya bi Rêbertî, bi sekna xwe ya partîbûnê di nava her şert û mercî de pêşengî ji têkoşîna azadiyê ya jinê re kirin. Ji roja tevlî bûn û pê ve di nava sadebûna milîtaniya PAJK-PKK'ê de jiyan, bedewiya jiyana partiyê mezin kirin. Herdu dilên serhildêr, jinên fedakar ên Mêrdîn û Mereşê bûn bawerî û hêvî ji jinên Kurdistanî re. Li dijî polîtîkayên asîmîlasyon, êrîşên komkujiyê yên dijmin, bûn sembola parastina xakê û azadkirina gel. Dema ku pêwîstî pê hebû dibûn perwerdekar, dibûn fermandar û şervanên azadiyê. Bi kedeke mezin nirxên girîng afirandin. Bûn lehengên pêşeng ên dîroka me ya jinê. Şehadeta wan ji bo me sonda tolhildanê ye. Hêrsa me ya li hemberî desthilatdariya AKP-MHP'ê ya faşîst paşverû wê her roj li qadên têkoşînê mezin bibe. Li pêşberî bîranîna hevrêyên xwe yên hêja em bi rêzdarî bejna xwe ditewînin û weke ruh û hişmendiya me ya têkoşînê em ê her tim xwedî li wan derkevin."