Operasyona qirkirina siyasî: 8 aktîvîstên TJA’yê hatin girtin

8 aktivîstên TJA’yê ku di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî de hatinbûn destgîrkirin, hatin girtin. 13 jin jî bi şertê girtîgeha malê hatin berdan.

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê li dijî Tevgera Jinên Azad (TJA) lêpirsîn dabû destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de di 29’ê Mijdarê de derbarê 50 jinan de biryara destgîrkirinê hat dayîn. Li Amed, Mûş, Agirî, Dîlok, Sêrt, Stenbol û Îzmîr di nav de li 14 bajaran di serdegirtinên malan de heta niha 20 jin hatine destgîrkirin. Jinên ku piştî 4 rojan karûbarên îfadeyên wan ên li Midûriyeta Polîsan a Enqereyê bi dawî bûn, îro anîn Edliyeya Enqereyê. Karên îfadeyan ên ji aliyê 12 dozgerên ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve hatin peywîrdarkirin ve hatin wergirtin, piştî 11 saetan qediyan.

 Dozgeriyê Fîgen Aras, Fîgen Ektî, Mekiye Ormanci, Bedîa Akkaya, Dîdar Çeşme, Hatîce Gungor, Hulya Kinagû û Gulistan Dehşet ên bi îdiaya “rêveberiya rêxistinê” û “li ser navê rêxistinê xebat kirin” îfadeyên wan wergirtin, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.

 Yelîz Ayyildiz Kiyak, Hulya Taşar, Zekiye Guler, Zeynep Boga, Sûltan Esen, Meral Şîmşek, D.A. û Hazal Aras, Merve Tekîn Demîrel, Aysel Ceylan, Berîtan Canyaş, Tamcîhan Çelebî û Hatîce Ay a ji Amedê bi SEGBÎS’ê îfade da bi şertê girtîgeha malê hatin berdan.