Nûrsel Aydogan hat berdan

Parlamentera HDP'ê ya Amedê Nûrsel Aydogan ku 6 meh berê hat girtin û piştî 6 mehan û şûnde hat berdan.

Parlamentera HDP'ê ya Amedê Nûrsel Aydogan piştî 6 mehan girtî ma, derket pêşberî dadgehê. Aydogan hat berdan.

Parlamentera HDP'ê ya Amedê Nûrsel Aydogan piştî 6 mehan girtî ma derket pêşberî dadgehê. Doza Aydogan a bi daxwaza 103 sal cezayê li 4'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hate dîtin. Aydogan bi SEGBÎS'ê ve beşdarî dozê bû. Parêzerê Aydogan, Serhat Eren, parlamneterên HDP'ê Ahmet Yildirim, Sîbel Yîgîtalp, Feleknas Ûca, Zİya Pîr, Mahmut Togrul rêveberên HDP'ê beşdarî dozê bûn. 

Piştî tespîta nasnameyan kurteya îdîanameyê hat xwendin. Parêzerê Aydogan, Abdulkadîr Guleç ewil axivî û got ku desnedayîna muwekîla wî bêhiqûqî hatiye rakirin, muwekîla wî hê jî parlamenter e ji ber vê yekê jî divê darizandin bê rawestandin. 

Piştre Aydogan axivî û got ku sedema rakirina destnedayîna wan, girtin û darizandina wan encama hilbijartinên 7'ê Hezîranê ye. Aydogan wiha got: "Ji ber ku hatim girtin min nekarî hilbijêr û gelê xwe temsîl bikim. Bi nehiqûqiyê ve rû bi rû me. Dadgeha Qanûn Bingehîn biryara ku parlamenter nikarin bi girtî bên darizandin di 2013'an de da. Ligel vê yekê jî di 4'ê Mijdarê heta niha girtî me. Ez dizanim ku AYM'ê heta niha serlêdana min nenirxandiye."

Aydogan da zanîn ku Kongreya Civaka Demokratîk saziyeke sivîl û demokratîk e, xebatên wê yên KCD'ê partiya siyasî hemû neqanûnî hatine nîşandan.

Aydogan got ku 3 mehan li betana serê xwe di hucreyê de hatiye girtin ji bo dermankirinê xwestiye biçe nexweşxaneyê lê ji ber ku muayeneya kelepçekirî hatiye ferzkirin nebirine nexweşxaneyê.

Piştre parêzeran xwestin muwekîla wan bê berdan, dozger jî xwest bi girtî darizandina Aydogan bidome. 

Heyeta dadgehê jî dema girtîbûna ber çavan li ber çavan girt û bi şerta kontrola edlî srbest berda