Netewe û çîna şîdeta li dijî jinê nîne

Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan got, "Bi rêxistinbûyîn, bername û çalakiyên dema nêz, navîn û dirêj re pêşî li şîdeta li hemberî jinê dikare were girtin."

Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan got, "Bi rêxistinbûyîn, bername û çalakiyên dema nêz, navîn û dirêj re pêşî li şîdeta li hemberî jinê dikare were girtin. Beriya her tiştî, li ser bingeha rêxistinbûyîneke cidî ya jinê, pêwîstî bi yekîtî û piştgiriya hev a jinan heye."

Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîcan bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li hemberî jinê ji ANF'ê re axivî.

Erzîncan da xuyakirin ku şîdeta li hemberî jinê di roja îro de, bi modeleke hevpar a netewe-dewlet, dewletên navneteweyî re bêhtir berfireh bûye û veguheriye sîstemeke kûr. Erzîncan da zanîn ku zext, talan û şîdeta li hemberî jinê, weke amûrên hev du xwedî dikin, her tim ji aliyê medya û xebatên zîhnî ve tên hilberandin û mezinkirin. Erzîcan got, "Yanî bûyerên tekane nîne ku kêm caran diqewimin. Di nava sîstema kapîtalîst zayendîperestiya civakî, kolekirina jinê di her kêlî û deqeya jiyana rojane de, bi awayê cuda hatiye bicihkirin û jin ketiye rewşeke welê ku nikare hilmê bigire."

Erzîncan destnîşan kir ku binpêkirina mafê jinan, ne ji netewe, çîn û herêmekê ye û ev nirxandin kir: "Li tevahiya cîhanê, di pêvajoya pêşveçûyîna dîrokî de sîstembûyîneke baviksalariyê heye. Sîstema kapîtalîst, dewlet û desthilatdariyan jî bi mekanîzmayên xwe yên mêtîngeriyê re ev rewş zexm kirin. Jin li tevahiya cîhanê, rastî zext û şîdetê tên."

Erzîncan ragihand ku ya şîdeta civakî timî hildiberîne mejiyê serdest ê mêr e û anî ziman ku ev aqlê mêr an jî ev bêaqilî, karesaetên mezin tîne serê tevahiya civakê.

Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan da zanîn ku ked û bedena jinê herî zêde bi rêya şîdetê tê kontrolkirin, talankirin û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Mînak; AKP heta jê tê xebat û propagandayên ji bo kolekirina jinê dimeşîne. Rola medyayê ya di vî warî de neyînî ye. Ji potansiyela azadbûna jinê, ji mûxalefeta jinê tirseke gelekî cidî heye. Destûra Bingehîn û qanûnên AKP'ê jî, ji bo herdemiya serdestiya mêr derfetan dide û şîdeta mêr a li dijî jinê mafdar nîşan dide. Yên dest diavêjin jinan, yên mirovan dikujin, bi 'nêzîkatiya bi hurmet' serbest tên berdan."

Erzîncan ragihand, ku jin ji bo li dijî mêtîngerî, zext û şîdetê têbikoşe, divê beriya her tiştî rewşa koledariyê ya di nav de ye fêm bike û got, "Bi vê yekê re rêxistinbûyînên jinê dikarin bi hev re tevbigerin. Di roja îro de hejmara rêxistinên jinan ên ji bo azadiya jinê têdikoş in, di asteke girîng de zêde bûye. Jin piştgiriya bi hev re xurt bike û bi hêza ji vê derê re bi hev re têbikoş in, wê daxwazên xwe yên azadî û wekheviyê bi dest bixin."

Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan got, "Bi rêxistinbûyîn, bername û çalakiyên dema nêz, navîn û dirêj re pêşî li şîdeta li hemberî jinê dikare were girtin. Beriya her tiştî, li ser bingeha rêxistinbûyîneke cidî ya jinê, pêwîstî bi yekîtî û piştgiriya hev a jinan heye."

Erzîncan da xuyakirin ku li Kurdistan û Tirkiyeyê gelek rêxistinên jinan, saziyên civakî yên sivîl û derdorên akademîsyen hene, ku di vî warî de dikarin pêşketinên girîng derxînin holê û got, "Lewma tecrûbe û daneheviyeke girîng a jinê derketiye holê. Bi hêvî,b awerî û vîna bi he re em dikarin têkoşîna azadiyê ya jinê xurt bikin."