Ne luks e pêdiviya bingehîn e!

Pedên hîjyenîk ên ku dewlet wê wekî ‘luks’ê dibîne û ji sedî 18 baca KDV’ê jê distîne ji bo gelek jinan êdî hatiye asta ku nikarin bikirin.

Ji pedên hîjyenîk jî ji sedî 18 baca KDV’ê tê stendin. Bi vî awayî pakêta pedên hîjyenîk 80 TL derbas kiriye. Jin diyar dikin ev pêdiviyek e jinan û bertekê nîşanî vê rewşê didin.

Bûrcû ya ku karmend e diyar dike ku di rojên reglê de, ew çiqasî yên erzan bikire jî mehane 100-150 lîrayan wê bide pedên hîjyenîk û dibêje ‘Di vê pêvajoyê de fatûreya elektrîkê herî kêm kat û nîvek zêde bû. Gaza xwezayî jî ewqasî biha bû. Dema ez li zama li ser meaşê xwe difikirim, ev zam têra ped û zama fatûreyan jî nake. Mirov dikare elektrîk û gaza xwezayî hindikî xerc bike lê ped ne wisa ye.”

Ayfer jî rojnamegerek û kurekî wê yê biçûk heye, ji bo wê him ped û him jî paçikê zarokên pêdiviyên sereke ne. Ayfer dibêje ‘Ji ped û paçikê zarokan ji sedî 18 KDV tê stendin. Ji bo kirîna ped û paçikên zarokan ên ku pêdiviyên bingehîn in, mehane divê mirov 250 lîrayan xerc bike.Ez êdî ji kesên derdora xwe re dibêjim ji niha ve paçikên zarokan kom bikin.”

Rosa ya ku di fîrmayeke avahiyan de mîmar e diyar dike ku pêdivî bi têkoşîn û hevgirtinê heye û dibêje “Ji ber ku em diyar dikin dibe ku tiştên xerabtir jî bibûya, jiyana me roj bi roj xerabtir dibe. A niha hejarî kûrtir û berfirehtir dibe. Ji ber vê divê em hevgirtinê jî geştir bikin.”

DIVÊ PED BELAŞ BIN

Bûrcû jî di dibistanekê de mamoste ye û dibêje “Ji ber zêdebûna enflasyonê êdî zêdebûna meaşan jî bi kêrî tiştekî nayê. Ped yek ji pêdiviyên me yên bingehîn û bi ser de her roj biha dibin. Divê bihabûna pedan were betalkirin. Daxwaza me ya giştî jî ev e ku divê ped belaş bin.”