Meşa azadiyê ya jinê wê sala 2023'an bigihêje asta herî bilind

Di Kongreya 9'emîn a Kongra Star de hate destnîşankirin ku ji bo têkoşîna jinan pêvajoyeke nû destpê kiriye û ev têkoşîn wê sala 2023'an bigihêje asta herî bilind.

Kongra Star bi dirûşma 'Bi ruhê têkoşîna şoreşa jinê em serhildana Jin, Jiyan, Azadî bi ser bixînin' di salvegera 18'emîn a damezrandina xwe de kongreya xwe ya 9'emîn di 15'ê Çileyê de lidar xist. Nûnerên tevger û partiyên din ên li herêmê jî tevlî kongreyê bûn.

Ji beşdarên Kongreya 9'emîn a Kongra Star Seroka Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed, Endama Konseya Hevserokatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif û Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk Rûken Ehmed diyar kirin ku ev kongre ne tenê ji bo rêxistiniya Kongra Star her wiha ji bo têkoşînên jinan hemûyan destpêka pêvajoyeke nû ye.

PÊVAJOYEKE NÛ JI BO TÊKOŞÎNA JINAN

Îlham Ehmed anî ziman ku ji bo jinan pêvajoyeke nû destpê kiriye û got, "Kongreyê pratîka berê nirxand û projeyên nû destnîşan kir. Meclîs, komun, komîte û bi her awayî jinûve avabûn ji xwe re kir esas. Ji bo pêkanîna vê jî plansaziyeke berfireh danî ber xwe. Rêxistinên jinan bi Kongra Star re li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi roleke pêşeng rabûne.

'ŞOREŞ BI RENGÊ JINÊ PÊK HAT'

Rêxistiniya civakê, rola radest a jinê li nava projeya Rêveberiya Xweser, bandora vê yekê li ser jinên li tevahiya Sûriyeyê, tevlîbûna girseyî ya jinên li Sûriyeyê ji vê kongreyê re dikare bandorê li jinên li Sûriyeyê hemûyan bike. Bi taybetî di vê mijarê de tecrûbeyeke pratîkî çêbûye. Jinên Sûriyeyî dikarin xwe li ser vê yekê bi rêxistin bikin. Her wiha li Rojhilata Navîn û cîhanê ev şoreş bi rengê jinê hatiye pêkanîn. Jin û rola wan bi rengekî xwezayî bandorê li tevahiya cîhanê dike."

Îlham Ehmed ragihand ku di kongreyê de bi taybetî li ser mijarên girîng ên têkildarî xeta azadiyê ya jinê hatiye rawestandin û got, "Ya destpêkê, Kongra Star ji aliyê mejî û çandî ve xwedî nêzîkatiyeke rexneyî ye. Li dijî siyaseta li hemberî jinê timî nêzîkatiyeke rexneyî nîşan dide. Di vê kongreyê de hate destnîşankirin ku ne tenê rexne, divê her wiha alternatîf jî bêne afirandin. Bi taybetî wê saziya malbatê demokratîk bike û biguherîne. Di mejiyê mêr de guhertin divê bê kirin. Projeya guhertina mêr. Ev mijar hemû ji aliyê îdeolojîk ve ji aliyê Kongra Star ve hatin nirxandin, di vê çarçoveyê de têkoşîneke îdeolojîk a xurt datîne pêşiya me.

'JIN HÊZA PARASTINÊ YA CIVAKÊ YE'

Di vê kongreyê de ruhekî bi vî rengî tê afirandin. Di nava civakê de ruhê berxwedanê, xweparastin, parastina xwe û civakê, parastina xwe ji tundiya dewletê, mekanîzmaya vê çi ye? Hêzên mîna YPJ'ê ku mekanîzmaya vê ne, ji xwe ava bûne. Heta niha pratîkên mezin hatine kirin. Tecrûbeyên mezin bi dest ketine. Jin divê xwe ne tenê li nava civakê weke hêzeke leşkerî, her wiha divê xwe weke hêza parastina civakê bibînin. Divê jin xwe weke parçeyekî vê rêxistiniyê bibînin. Di vê çarçoveyê de moraleke mezin ji kongreyê wergirtine."

'JINAN DESTKETIYÊN MEZIN BI DEST XISTIN'

Foza Yûsif Kongreya 9'emîn a Kongra Star diyarî jinên li Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê kir û got, "Bi her kongreyekê re em ber bi têkoşîneke nû gaveke hîn mezin diavêjin. Em dest bi sala 13'an a Şoreşa Jinê dikin. Di nava 13 salan de li Rojavayê Kurdistanê guhertineke mezin pêk hat, jinan destketiyên mezin bi dest xistin. Lê belê em nabêjin ku şoreş temam bûye. Ji bo guhertin, veguhertin û têkoşînê rêyeke dirêj li pêşiya me ye. Ji bo vê rêxistinkirina jinê û zanistiya jinê di kongreya me ya 9'emîn de pêngaveke nû ye.

'EM Ê XWE BIGIHÎNIN JINÊN LI TEVAHIYA CÎHANÊ'

Bi wesîleya vê kongreyê em ê diyaloga xwe ya bi jinên li tevahiya cîhanê re xurt bikin, tecrûbeyên xwe parve bikin. Kongreya 9'emîn wê di Şoreşa Jinê de bibe rawestgeheke nû. Ji bo pêşvebirina karên civakî, hiqûqî, çandî û dîplomatîk gaveke nû ye. Di van mijaran de wê gavên girîng bêne avêtin, biryar werin standin."

'DI SALA 2023'AN DE TÊKOŞÎN WÊ BIGIHÊJE ASTA HERÎ BILIND'

Foza Yûsif bal kişand ser rola jinên Kurd a di nava Şoreşa Jinê de û got, "Jinên Kurd pêşengên şoreşê ne. Sala 2023'an wê pêşengiya jinên Kurd hîn bi xurtî bê nîşandan. Kongreya me wê hem li tevahiya cîhanê hem jî li herêma me Peymana Civakî ya jinan hîn bi bandor bike. Kongra Star 18 sal in li ser meşa azadiyê ye. Kkongra Star bi taybetî ji bo jinan, ji bo jinên li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê di mijara guhertina jinan û mejî de bi rola pêşengiyê rabû. Di heman demê de sala 2011'an pêşengî ji damezrandina Rêveberiya Xweser, YPJ û şoreşa civakî re kir."

DI MEŞA AZADIYÊ DE GIRÎNGIYA RÊXISTINIYA JINÊ

Foza Yûsif destnîşan kir ku çavkaniya têkoşîna 18 salan a Kongra Star fikrê azadiyê yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û got, "Îdeolojiya Rizgariya Jinê û Jineolojî ku ji aliyê Rêber Apo ve hate destnîşankirin ji bo jinên li Rojavayê Kurdistanê bû perspektîfa azadiyê. Di nava 18 salan de bi biryardariya li ser têkoşîna jinê, rêxistiniyeke xurt a jinê hate avakirin. Vê rêxistiniyê kir ku têkoşîn bênavber dewam bike. Ji ber vê yekê rêxistiniya jinê ya di meşa azadiyê de gelekî girîng bû."

'KONGRE JI ÊRÎŞAN RE BÛ BERSIV'

Foza Yûsif diyar kir ku li gel êrîşan jî jinan bi paş ve gav neavêtin û got, "Jinan li gel têkoşîn û biryardariyê her wiha berdêl jî dan. Li gel êrîşan jî jinan paşve gav neavêtin. Di kongreya 9'emîn de jinan hîn bêhtir biryardariya xwe nîşan dan û ji hêzên desthilatdariyê û mejiyê baviksalar re ew peyam da ku bi komkujî, êrîş, tundî û darvekirinê nikarin meşa wan a azadiyê rawestînin. Bi biryardariyeke mezin wê meşa azadiyê dewam bike. Ev kongre diayrî jinên li Rojhilatê Kurdistanê hate kirin ku bi dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' tevdigerin."

ÇAVKANIYA MORALÊ YA ŞOREŞÊ: RÊBER APO

Foza Yûsif destnîşan kir ku di meşa azadiyê ya 18 salan a Kongra Star de gavên mezin hatina vêtin û got, "Di guhertina mejiyê serwer ê mêr de, di damezrandina şoreşa civakî de bi roleke girîng rabû. Bêguman li hemberî jinê gelek êrîş hatin kirin, gelek jin hatin qetilkirin, gelek hatin şehîdxistin û gelek jî hatin revandin. Lê belê vê têkoşînê bi israr dewam kir. Çavkaniya moralê ya şoreşê jî felsefeya azadiyê ya Rêber Apo ye. Felsefeya Rêber Apo enerjiya Şoreşa Jinê ye. Di nava 18 salan de Jineolojiyê, Îdeolojiya Rizgariya Jinê li hemberî mejî û sîstema serweriya mêr her roj xwe nû kir û bi vê nûkirin û asta biryardariyê re di dewamkirina têkoşînê de bi roleke mezin rabû."

'KONGRA STAR PÊŞENGÎ JI NAVENDÊN PERWERDEYÊ RE KIR'

Rûken Ehmed jî got, "Kongreya 9'emîn a Kongra Star û salvegera 18'an a damezrandina Kongra Star li Rêber Apo û delegeyan pîroz dikim" û wiha dewam kir, "Yekîtiya Star a ku 2005'an ava bû, heta sala 2011'an pêvajoyên zor û zehmet derbas kir. Di vê demê de rejîma Baasê li pêşiya rêxistiniya jinê û navendên jinan ên Yekîtiya Star bû asteng, destûr neda avabûna saziyên jinan. Lê belê bi destpêkirina şoreşê re Kongra Star ji bo parastina nirxan, ji bo pêkanîna rêxistinkirina jinan û avakirina navendên perwerdeyê bi roleke girîng rabû. Ji kongreya yekemîn heta bi ya 9'emîn bandoreke mezin li ser tevahiya jinên li cîhanê kir."

Rûken Ehmed destnîşan kir ku Kongra Star ji bo jinûve avabûnê, baweriya ji xwe, parastina nirxên civakî, parastina jinê û peydakirina çareseriyê ve ji bo jinan gaveke mezin avêtiye û got, "Me saleke girîng li pey xwe hişt. Bi taybetî piştî Komkujiya Parîsê ya sala 2013'an pêkhatina komkujiyeke duyemîn li Parîsê wê bibe sedem ku di vê kongreyê de biryarên mezin bêne wergirtin, asta têkoşînê bê bilindkirin û li dijî komkujiyan, sîstema desthilatdariyê bê hilweşandin. Mîna ku Rêber Apo got, sedsala 21'ê sedsala jinê ye û em niha di sedsala jinê de ne."

'QETILKIRINA JINÊ, QETILKIRINA CIVAKÊ YE'

Rûken Ehmed diyar kir ku di kongreyê de nîqaşên girîng hatine kirin û anî ziman ku yek ji rojevên bingehîn jî tundiya li dijî jinê bû. Rûken Ehmed got, "Ne tenê li welatên din, li herêmê jî êşên giran têne kişandin, bi fikrê kevneşop jin hîn jî têne qetilkirin, di bin navê 'namûsê' de jin têne qetilkirin. Dewleta Tirk çawa ku di şexsê Zehra Berkel, Yadê Aqîde, Yadê Esma de jinên pêşeng qetil dike, di nava civakê de jî fikrên ji vî mejî hînê nehatiye tunekirin û bi rê û rêbazên cuda jinan qetil dikin. Tundî û komkujiya li dijî jinê yek ji xalên bingehîn ên rojeva vê kongreyê bû. Qetilkirina jinê qetilkirina civakê ye.

'MEJIYÊ BI SERWERIYA MÊR WÊ HILWEŞE'

Ji ber vê yekê jin wê bi erka pêşengiyê rabin, civakê hembêz bikin û mejiyê bi serweriya mêr hilweşînin. Bi dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' em ê bi ser bikevin. Pêkhateya kongreyê wê di sedsala 21'ê û sala 2023'an de wê ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Apo û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo xwe berpirsyar bibîne."