Meclîsa Jinê ya Şehîd Slav kongreya xwe pêk anî

Meclîsa Jinê ya Şehîd Slav a li bajarê Anvers ê Belçîkayê, kongreya xwe pêk anî.

Meclîsa Jinê ya Şehîd Slav a li bajarê Anvers ê Belçîkayê, kongreya xwe pêk anî. Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê, ji Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê Zelal Wan axivî.

Zelal Wan bal kişand ser wate û girîngiya Meclîsa Jinê di têkoşîna azadiyê ya jinê de û destnîşan kir, ku Mehmet Tûnç û Asya Yuksel di berxwedana xwerêveberiyê de bûne xwedî berxwedaneke watedar. Wan da xuyakirin, ku divê meclîsa jinê jî bi heman rengî bi erk û wezîfeya xwe rabe.

Piştî axaftinê, rapora li ser karê salekê yê meclîsê hat xwendin û nirxandin. Dûre ji bo meclîsê 25 kes hatin hilbijartin û kongre bi qîrîna dirûşman qediya.