Meclîsa Jinê ya HDP'ê komxebata 'jiyaneke nû ya bêastengî' li dar xist

Meclîsa Jinê ya HDP'ê di çarçoveya têkoşîna dijî xizaniya jinê de li Enqereyê bi navê 'Jin jiyaneke nû ya bêastengî ava dikin' komxebatek li dar xist.

Komxebat di çarçoveya hevdîtinên 'Na ji xizaniya jinan re' pêk hat. Di destpêka komxebatê de Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran axivî.

Başaran anî ziman ku ji meha Sibatê ve ew kampanya 'Edalet ji bo jinan' dimeşînin û di vê çarçoveyê de ji gelek beşan bi jinan re civiyane.

Başaran got, "Em îro li Enqereyê bi beşdariya jinên ji herêmê hem astengiyên li pêşiya jinan û pirsgirêkan nîqaş dikin hem jî hewl didin rê û rêbazên çareseriyê peyda bikin. Bêguman jinên ku di vê mijarê de karên gelekî hêja kirine hene. Em ê guh bidin tecrûbe û danheviyê wan."

Ayşe Acar Başaran anî ziman ku li Tirkiyeyê daneyên li ser statîstîkên hejmara astengdaran hema bêje qet nîne û got, "Di destpêka salên 2000'î de lêkolînek hebû. Sala 2002'an TUÎK'ê lêkolînek kir û li gorî encamên vê lêkolînê ji sedî 12.29 ê nifûsa Tirkiyeyê astengdar e.Têkildarî hejmara jinan ên astengdar dane li ber destê me nîne. Lê belê em zanin ku gelek kesên astengdar ji derfetên perwerdeyê, kar, ewlehiya civakî, çand û civakê bêpar in, nikarin mafên xwe yên destûra bingehînî bi kar bînin. Ji derfetên jiyaneke bi rûmet û azad bêpar in."

Ayşe Acar Başaran diyar kir ku jin hem ji ber astengdariyê hem jî ji ber jinbûyîna xwe dibin hedefa cihêkariyê û got, "Bi ti awayî ji mafên destûra bingehînê nikarin sûdê werbigirin. Ne tenê jinên astengdar, hin hemû dibin hedefa cihêkariyê. Ji ber ku jin zarokan tînin dinyayê, jin di vê meseleyê de jî xwe berpirsyar nabîne. Barê jidayikbûna zarokekî astengdar di stuyê jinê de tê hiştin û bi vî rengî jiyan li jinê bêhtir zehmet dibe."

Ayşe Acar Başaran anî ziman ku haya wan ji van hemûyan heye, lewma komîsyona wan a astengdaran beriya çend mehan manîfestoyek weşand û destnîşan kir ku bi paradîgmaya nû pêwîstiya wan bi çareseriyê heye.

Ayşe Acar Başaran got, "Mîna karên me yên din em ê vê mijarê jî li meclîsê, li desteyên pêwendîdar ên partiya xwe weke Meclîsa Jinê hîn bêhtir nîqaş bikin. Em baş zanin ku bi hev re xurttir in û bi piştevanî û têkoşîna jinê dikarin astengiyan ji holê rakin."