Meclîsa Jinê ya HDP'ê: Em biryara li dijî Yuksekdag hatiye dayîn nas nakin

Meclîsa Jinê ya HDP'ê da xuyakirin, ku ew biryara betalkirina parlamenteriya Yuksekdag nas nakin. Meclîsê banga piştgiriyê li rêxistinên jinan kir.

Meclîsa Jinê ya HDP'ê, li ser betalkirina parlamenteriya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, li Meclîsê civîneke çapemeniyê lidar xist. Berdevka Meclîsa Jinê û Parlamentera Agirî Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Parlamentera Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan, Parlamentera Amedê Sîbel Yîgîtalp û Parlamentera Mûşê Bûrcû Çelîk tevlî civînê bûn.

Taşdemîr li ser navê Meclîsa Jinê daxuyanî da û got, "Hêza berxwedêr a mûxalefeta Tirkiyeyê tevgera jinê ye. Di dema dawî de bi konsepta şer re êrîş li van destketiyên me tên kirin. Bi taybetî bi rêya qeyûm êrîş li sîstema hevserokatiyê hat kirin. Hevşaredarên jin hatin girtin, saziyên jinan hatin girtin û xizmetên ji bo jinan hatin sekinandin. li Meclîsê jî 7 wekîlên me yên jin ên endamên yekane Koma Jinê hê girtî ne. Îro jî bi betalkirina parlamenteriya wekîlên me re, êrîş hê bêperwa dibin."

Taşdemîr da xuyakirin, ku bi lîstikeke nû ya faşîzmê re parlamenteriya Hevseroka wan Fîgen Yuksekdag hat betalkirin û da zanîn, bi van biryaran re meclîs tê tevizandin û derfetên siyasetê ji holê tên rakirin.

'DOZGERÊ DOZÊ GIRTÎ YE'

Taşdemîr bibîr xist, dozgerê doza ku rê li ber betalkirina parlamenteriya Yuksekdag vekir, bi hinceta 'terorîst' e, hatiye girtin û got, "Hemû dadgerên dozê jî îxraç bûne. Gelo kî dikare bêje biryarên van dozger û dadgerên tê gotin terorîst in, li gorî hiqûqê ye? Bi vê biryarê re, dek û dolabên endamên FETO mînak tên girtin û weke amûrek ji bo bêdengkirina mûxalefetê tê bikaranîn. Careke din îspat bûye ku dadgerî ne serbixwe ye."

'QESR TÊ HILWEŞANDIN'

Taşdemîr got, "Fîgen Yuksekdag Hevseroka partiya herî mezin a sêyemîn a li Tirkiyeyê ye. Di heman demê de yekane Hevseroka li Meclîsê ye."

Di dewama daxuyaniyê de Taşdemîr got, "Em biryara li dijî Fîgen Yuksekdag hatiye dayîn, nas nakin. Meşrûiyeta wekîliya Yuksekdag ji aliyê tifaqa Qesrê ve nehatiye dayîn, lewma bi wê jî nikare jê bê standin. Qesr hildiweşin, desthilatdarî hildiweşin, lê piştgirî û berxwedêriya jinê her dimîne."

Taşdemîr da zanîn, betalkirina wekîliya Yuksekdag, cezakirina mûxalefetê, cezakirina têkoşîna ji bo azadiya jinê ye.

BANGA LI RÊXISTINÊN JINAN

Taşdemîr got, "Em qebûl nakin ku siyaset bi van rêbazên faşîst were gemarîkirin. Em biryara li dijî Yuksekdag hatiye dayîn nas nakin û xwedî li siyaseta demokratîk derdikevin."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku Fîgen Yuksekdag vîna 6 mîlyon mirovî ye û hat destnîşankirin, ku ev biryar nikare vê îradeyê ji holê rake.

Di dewama daxuyaniyê de hat xwestin, biryara betalkirina parlamenteriya Yuksekdag bê rakirin û bang li rêxistinên jinan, femînîstên serbixwe û parêzvanên mafên jinan hat irin ku biryarê nas nekin û bi çalakiyên xwe piştevaniya jina xurt bikin."