BI DÎMEN

Meclîsa Jinê ya Ekîn Wan a Troîsdorfê kongreya xwe ya 2. lidar xist

Meclîsa Jinê ya Ekîn Wan a li bajarê Troîsdorf ê Elmanyayê, kongreya xwe ya duyemîn lidar xist. Kongre li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a bajêr pêk hat.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê, li ser navê Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) Yezda Xebat rewşa siyasî nirxand. Xebat bal kişand ser mohra jinê ya li şoreşa li Kurdistanê û diyar kir, sîstema bi serdestiya mêr a heyî, ji ber vê yekê bi rengekî topyekûn êrîşî jinê dike.

Xebat diyar kir, şer li ser wan tê ferzkirin û got, "Li dijî vê yekê, girîng e jin giraniyê bide ser çareseriyê. Ev yek jî bi rêxistinbûna jinê dibe. Sîstema hevserokatiyê, ku me xistiye meriyetê, derfetên temsîliyet û rêveberiya wekhev dafirîne. Em ê bi rêxistinbûn û şêweyê nû yên xebatên xwe, xwe bigihînin hemû jinan."

Xebat anî ziman, ku armanca wan e ji bo pêşî li destûra bingehîn a dîktatoriyê bigirin û bang li her kesî kir, ku tevlÎ kampanya 'NA' bibin.

Piştre, rapora li ser karê salekê hat xwendin û nirxandin. Di dengdanê de jî meclîsa ji 34 kesan hat hilbijartin. Fatma Kiliç, Saray Gedîk û Ummuhan Alici jî weke berdevkên serdema nû hatin hilbijartin.