Meclîsa Jinan a Zîn a Drancyê 2. Kongreya xwe lidar xist

Meclîsa Jinan a Zîn a Drancy ê paytexta Fransa Parîsê 2. Kongreya xwe bi şîara “Jina Azad, Kurdistana Azad” li dar xist.

Kongreya ku li lokala Navneda Civaka Kurd a Demokratîk a Drancyê hate lidaristin, bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên şoreşê ve destpê kir.

Piştî hilbijartina dîwanê û şûnde, xebatên demê borî yên Meclîsa Jinan a Zîn hatin nirxandin û ji bo meclîs hê aktîvtir bixebite gotûbêj hatin kirin.

Di kongreyê de nûnera Tevgera Jina Kurd a Fransayê Zozan Serhat pêvajoya ku li nav re derbas dibe û girîngiya rêxistin kirina jinan vegot û wiha nirxand: “Divê li dijî girtin û qetilkirina dewleta Tirk a faşîst a li dijî jinên rêxistinkirî li Ewropayê tenê jinek jî bê rêxistinkirî nemîne, divê em xebatên xwe hê bêhtir di vî alî de pêş bixin. Em jin ji bo azadiya Rêbetiya xwe û azadiya jinê, em ê di referandûmê de ‘NA’ yê bi rêxistin bikin û mezin bikin.”

Ji bo berdevkiya rêveberiya kongreyê Rûken Ogûr hate hilbijartin, piştî hilbijartina meclîsa nû ya ji 41 kesan pêk tê û şûn de kongre bi dawî bû.