Meclîsa Jinan a HDP’ê: Em ji siyaseta şer û mirinê re dibêjin, ‘NA’

‘Em bang li jinan dikin ku bi giyanê berxwedanê yê 8’ê Adarê, bi coşdariya Newrozê, li her devevê, bi her zimanî, bi her rengî jin werin cem hev, dest bi hev in bibin qozeqer û zivistanê bikin bihar’’

Meclîsa Jinan a HDP’ê deklarasyona ‘Na’ li Enqereyê aşkera kirin. Jinên HDP’yî diyar kirin ku ew ji bo azadiya xwe ji rejîma mirovekî û yekperestiyê re dibêjin ‘Na’ û wiha gotin: “Em bang li hemû jinan dikin ku bi rihê berxwedanê yê 8’ê Adarê, bi çoşa Newrozê li her qadê, bi hemû ziman û rengan dest bidin hev bibin heftrengên asîman û em bi hevre zivistanê bikin bihar.” 

Meclîsa Jinan a Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) li Navenda Bazirganiya Cîhanê ya Enqereyê derbarê referandumê de deklarasyona ‘Na’ aşkera kirin. Di civîna deklarasyonê ku gelek jin tevlî bûnde û peyama Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag ku girtiye hat xwendin daxuyanî ji aliyê Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet ve ku ji bo demek kurt li şûna Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Besîme Konca ji ber hatibû girtin hat ser kar ve hat xwedin.

Di deklarasyona jinên HDP’ê de ku dê kampanyaya referandumê bi dirûşmeya “Ji bo azadiya xwe em ji rejîma mirovekî û yekperstiyê re dibêjin Na” hat diyarkirin ku jin bi salan e li dijî serdestiyê xwe dispêre yekperestiyê ji bo azadiya xwe têkoşîn dane meşandin û ev tişt hatin gotin: “Me li dijî awayên rêvebirinê li bajar, cihên kar, mal, kolan, li qadên berxwedan û serhildanê dest da hev û têkoşîn meşand.”

‘DESTHILATDARIYA AKP’Ê DESTPÊKÊ ÊRÎŞÎ JINAN KIR’

Di berdewamiya deklarasyonê de ev tişt hatin gotin: “Em wekî jinên HDP’ê; em bi zanebûn û tecrûbeyên xwe yên têkoşîna azadiyê bûn bingeha têkoşîn û wekheviya jinan. Bi hêza jinan a guhertinê me hewl da ku em jiyana nû biafirînin. Di partiyên siyasî, rêveberiyên herêmî û hemû saziyan de me pergala hevserokatiyê danî û me xwest vîna jinan di hemû qadên jiyanê de pêk bînin. Me di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de desthilatdariya AKP’ê paş xist, bi 26 parlamenterên jin ketin meclîsê û me yekemîn ‘Koma jinên parlamenter’ ava kir. Me cihê xwe li gel jinên Rojava ku li dijî DAIŞ’ê têdikoşiyan danî. Ji ber vê desthilatdariya AKP’ê destpêkê êrîşî jinan kir û xwest destkeftiyên jinan tune bike.”

‘EM JI SIYASETA MIRIN Û ŞER RE DIBÊJIN NA 

Di deklarasyonê de hat diyarkirin ku qeyûmên tayînî şaredariyan hatine kirin armanca wan a yekemîn rawestandina xebatên jinan e û ev tişt anîn ziman: “Yekana soza deshilatdariyê  ya ji bo gel şer û mirin e lê ya me jin û jiyan e. Ji ber vê em ji siyaseta mirin û şer re dibêjin na. Em carekdin radigînin ku em ê bi têkoşîna xwe ya azadî û wekheviyê aştiya mayînde pêk bînin. Li gel ku ev 14 sal in desthilatdarî di destê wan de ye û rayeyên me, mafê me xesp dikin têra wan nake dixwazin rayeyên mezintir bigirin û bidin deste mirovekî. Dixwazin di bin navê guhertinên qanûna bingehîn de rayeyan bixin destê yekî û vê rejîmê domdar bikin. Li meclîsê hevdîtinên guhertinên qanûna bingehîn bi girtina Hevserokên me yên Giştî û parlamenterên me dest pê kir. Piştre di dema hevdîtinan de şêweyên şîdetê yên serî lê dane diyar dike ku dê rêveberiyek çawa were avakirin. Di her madeya qanûnê de, îpotekirina pêşeroja jinan, bendîkirina civakê, kûrkirina şer, mezintir kirina feqîrtiyê û tasfiyekirina jiyana jinan heye. Navê vê pergala ku dibêjin ‘Pergala Serokomariyê’ heye ew jî ‘Rejîma zilamekê’ ye.”

Di dawiya deklarasyonê de ev tişt hatin ragihandin: “Jinan li dijî zextan serî netewandine. Em dizanin ku bi komkirina rayeya rêveberî, dadgeh û qanûndanînê ya deste zilamekê dixwazin gefê li pergala ‘Jiyana Nû’ bixwin û bi siyaseta zilamtiyê ya zayendîperest, netewperest jinan derveyî her tiştî bihêlin. Em ê destûr nedin vê. Jin; bi zarok, reng û cudahiyên xwe mîsogeriya jiyanê ne. Têkoşîna jinan a azadî û wekheviyê têkoşîna ‘Jiyana nû’ ye. Em ê kolan bi kolan, mal bi mal bigerin banga dengê na li jinan bikin. Em bang li hemû jinan dikin ku bi rihê berxwedanê yê 8’ê Adarê, bi çoşa Newrozê li her qadê, bi hemû ziman û rengan dest bidin hev bibin heftrengên asîman û em bi hevre zivistanê bikin bihar.” 

Daxuyanî bi stranên koma muzîkê û gerandina govendê bi dawî bû.