Meclîsa Jinan a Ekîn Wan kongreya xwe li dar xist

Meclîsa Jinan a Ekîn Wan a li herêma Vîlleneûve Saînt Beorges a Parîsê 2’emîn kongeya xwe li dar xist.

Kongreya ku li Parîsê hate lidarxistin bi deqeyek rêzgirtina ji bo hemû şehîdên şoreşê ve destpê kir. Piştî hilbijartina Dîwana Kongreyê, Meclîsa Jinan a Ekîn Wan rapora xebatên xwe yên salekê nirxandin.

Endama Tevgera Jina Kurd a Fransayê Zozan Serhat a ku di kongreyê de amade bû, xebatên salekê hatine kirin nirxand û diyar kir ku tevî xebat û keda zêde ya ji bo pêvajoyê bibin bersiv, li hinek cihan li gorî dihat xwestin xebat nehatin kirin.

Zozan Serhat destnîşan kir ku parastina rewa di aliyê jinan de xwedî wate û girîngîyeke taybet û wiha got: “Heta ku jin di meclîsan de nekaribe xwe îfade bike û bi rê ve bibe, ne em dikarin xwe bi parêzin û ne jî ji pêvajoyê re dikarin bibin bersiv. Faşîzma Tirk bi awayekî sîstematîk herî zêde jinan dike armac, jinan qetildike, jinan digire ev dide nîşandan ku ji hêza jinê ya bi rêxistinkirî ditirse. Ji ber vê di her qada jiyanê de divê em parastina rewa ya xwe pêş bêxin. Parastina rewa ji bo jinên ku li Ewropayê dijîn jî girîng e, li her qadê, li her çeperê pişta xwe bidin hêza xwe em ê xwebatên xwe yên xweser hê baştir pêş bixin û bi rê ve bibin, divê em meclîsên xwe pêş bixin û bi hêz bikin.”

Peyamên nivîskî yên Tevgera Jinên Kurd ên Ewropa, Meclîsên Jinan ên Drancy, Evry, Vîllîers Le Bel û Strasboûrg û CDK-F ku ji bo kongreyê şandibûn, hatin xwendin.

Kongreya Meclîsa Jinan a Ekîn Wan, piştî berdemvkên demê û reveberan, meclîsa ji 43 kesan pêk tê hilbijartin û şûnde bi “Bijî Serok Apo” ve dawî li kongreya xwe anî.