Meclîsa Jinan a DBP’ê: Na ji rejîma yek kesî re

Meclîsa Jinan a DBP’ê: Em li dijî eniya ‘yek şexsî’’ bang li jinan dikin ku di eniya ‘NA’ de bibin yek û li ber xwe bidin.

Meclîsa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) têkildarî pêvajoya referandûmê li Navenda Giştî ya DBP’ê civîneke çapemeniyê li dar xist. Endama Desteya Rêveber a Navendî Fikriye Aytîn li ser navê Meclîsa Jinan daxuyanî da û got, sîstema serokatiyê Tirkiyê 100 salî bi paş ve dibe.

Aytîn diyar kir, ‘sîstema serokatiyê’ ku bi hevkariya AKP-MHP’ê anîn rojeva gel, berevajî tiştên ku têne gotin, li Tirkiyê wê kaos û krîzê girantir bike.

Aytin diyar kir ku bi darbeyeke bi ser vîna gel de wekîlên jin û hevşaredar hatin girtin, bi sedan saziyên jinan bi awayekî nehiqûqî hatin girtin.

Aydin bi berdewamî got, pêdivî bi hişmendiya çareseriyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heye; ji bo jiyaneke nû, mirovahiyeke nû û aştiyeke nû divê azadiya Abdullah Ocalan bikeve rojevê. Aytin diyar kir ku tekane rêya ku rejîma dîktatoriyê asteng bike, ku bi xwe re yekparêzî, nîjatparêzî, zayendîparêziyê tîne, çareseriya pirsa Kurdan e.

Fikriye Aytin herî dawî got bila her kes ‘na’’ bibêje û bi berdewamî, ‘’Em bang li jinan dikin ku nîvê civakê ne, li dijî destûra yekparêz, nîjatperest, zayendparêz têbikoşin. Divê destûra nû cihêtiya teşeyên jiyanê nas bike, azadîxwazê jinê be û ên vederkirî jî bibîne. Em jin li dijî vê rejîma dîktayê dikarin eniya ‘NA’ birêxistin bikin û asteng bikin. Em weke Meclîsa Jinan a DBP’ê li dijî eniya ‘yek zilamî’’ bang li jinan dikin ku di eniya ‘NA’ de bibin yek û li ber xwe bidin.’’