Malpera ajansa Jinnewsê cara 40’emîn hate astengkirin

Du navnîşanên malpera ajansa nûçeyan a jinan Jinnews hate astengkirin. Heta niha navnîşanên malpera Jinnewsê 40 caran hate astengkirin.

Astengî û qedexeyên li hemberî ajansa nûçeyan a jinan Jinnewsê berdewam dikin. Navnîşanên malperê yên "jinnews36.xyz" û "jinnews37.xyz" ku ajans li ser wan weşanê dike, bi biryara 3'yemîn Dadgeriya Sulh Cezayê ya Amedê hat astengkirin. Bû cara 40’an ku malpera ajansê tê astengkirin.

Ajans  ji ser navnîşana ‘jinnews38.xyz’ê weşana xwe didomîne.