Li Zanîngeha Îlles Balearsê semînerên Jineolojiyê hatin dayîn

Li Zanîngeha Îlles Balears a li Palma de Mallorcayê semînerên Jineolojiyê hatin dayîn.

Li Zanîngeha Îlles Balears a li Palme de Mallorca ya li Girava Balear a li herêma xweser a Spanyayê, 1-2’ê Kanûnê, di çarçoveya dîroka jineolojî û perserkîfa jineolojiyê de, 4 semînerên cuda hatin dayîn. Semîner li Ofîsa Xurtkirina Hevkariyê ya zanîngehê, di çarçoveya projeya hevpar a ji aliyê mamostayên zanîngehê û Navenda Lêkolîna Jineolojiyê ve hat danîn.

Semîner du rojan dewam kir. Perspektîfa dîroka tevgera jinên Kurd û rêbazên perwerdeya alternatîf a ji nivîsê, hatin pêşkêşkirin. Mamostayên beşên Felsefe û Perwerdeya Civakî jî guhdariya semîneran kir. Semîner, bi sernavê “Veguherîna civakî bi rêya Jineolojiyê: “Nivîsandina dîroka jinan ji nû ve“ hat dayîn.

Endama Tevgera Jinên Kurd Gonul Kaya, di semînera yekem de bi sernavê “Bi perspektîfa Jineolojiyê nivîsa dîrokê” û Endama Akademiya Jineolojiyê Haskar Kirmizgul jî bi sernavê “Çima zanista dîrokê ji bo civakan giring e” semîner da.

Xwendekarên zanîngehê bi baldarî guhdariya semîneran kir. Di semîneran de behsa dîroka tevgera jinên Kurd, hat kirin.

Endama Navenda Lêkolînên Jineolojî Clara Torres bi sernavê “Nihêrtinek li rêbazê: Di rejîmên heqîqetê de Civak û Xweza” semîner da.Torres destnîşan kir ku divê ji bo fêmkirina hişmendiya civaka îroyîn, têkildarê zanistên mîtolojî, ol, felsefe û civakî yên di parêznameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, lêkolîn bên kirin.

Di semînera piştre de jî, Gonul Kaya têkildarê nivîsîn û avakirina dîroka Tevgera Jinên Kurdistanê axivî. Kaya, îşaret pê kir ku di tevgera jinên Kurd de, pêşketineke diyalektîk a ku ji pratîkê veguheriye teoriyê, heye.

Piştre Haskar Kirmizgul jî têkildarê gundê jinan Jinwarê axivî û diyar kir ku bi vê projeyê, çanda jiyanê ya li dora jinan, ji nû ve hatiye zindîkirin.