Li Wanê şîdeta dewletê hat protesto kirin

Platforma Jinên Wanê diyar kir ku di 18 rojên destpêkê yên meha Gulanê de 16 jin hatin qetilkirin û balkişand ku li pişt van komkujiyan dezgehên dewletê yên bi bîrdoziya baviksalar hene ku wan kesan diparêze, teşwîq dike û bêceza dihêle.

Platforma Jinên Wanê ji bo ku balê bikişînin ser komkujiyên jinan yên di meha Gulanê de qewimîne li Kolana Hunerê daxuyaniyek çapemeniyê dan. Di daxuyaniyê de bênavber dirûşmeyên “Zilam lê dixe dewlet diparêze”, “Qetilkirina jinan polîtîk e”, “Jin jiyan azadî” û “Bijî berxwedana jinan” hatin berzkirin.

16 JIN HATIN QETILKIRIN

Li ser navê platformê Nûnera Weqfa Mafên Mirovan a Wanê (TÎHV) Sevîm Çîçek diyar kir ku di 18 rojên destpêkê yên meha Gulanê de 16 jin hatin qetilkirin û got: “Sakîne Kultur a ku 15’ê Gulanê li Silopiyê ji aliyê Serokê Ocaxên Tîmên Taybet a Bajarê Şirnexê Îbrahîm Barkin ve bi hovane hat qetilkirin û cenazeya wê şewitî hat dîtin. Barkin 4 salan bi awayek sîstematîk tacîz û êşkence li ser Sakîne Kultur pêk dianî.”

DEZGEHÊN BAVIKSALAR ÊN DEWLETÊ TEŞWÎQ DIKIN

Çîçek destnîşan kir ku li pişt van komkujiyan îdeolojiya baviksalar a dewletê heye û wiha axivî: “Li Kurdistanê polîtîkayên şerê taybet yên li ser jinên Kurd û di encama ceza nekirina sûcdaran de, tacîz, tecawuz û komkujî zêde dibin. Li pişt van kiryaran zilamên dewletê yên bi uniformayê hene.”

DIVÊ EM DENGÊ XWE BILIND BIKIN

Çîçek anî ziman ku komkujiyên jinan polîtîke û axaftina xwe wiha dom kir: “Divê em li Kurdistanê li dijî şîdeta kesên bi unîformayiyan dengê xwe bilind bikin. Em soz didin hemû jinan ku emê têkoşîna xwe ji bo cihanek azad û wekhev bilind bikin.”

Daxuyanî bi çepik û dirûşmeyan bi dawî bû.