Li Wanê Jinek hat qetilkirin

Bêrîvan Bayram a li navçeya Elbak a Wanê dijiya, ji aliyê hevserê xwe Ridvan Bayram ve pêşiya çavên zarokê wê hat qetilkirin.

Bêrîvan Bayram a li navçeya Elbak a Wanê dijiya, ji aliyê hevserê xwe Ridvan Bayram ve pêşiya çavên zarokê wê hat qetilkirin. 

Bayram 22 Tîrmehê çû serdana birayê xwe Halef Yagizer ê ku 10 sal in di  zîndanê de ye. Xwest dewsa ku sê rojan çar roja gel birayê xwe bimîne. Lê hevserê wê Ridvan Bayram bi zorê anî malê û li pêşiya zarokê wê Berîvan Bayram qetil kir. 

Cenazeyê Bêrîvan Bayram wê piştî otopsiya li Nexweşxaneya Dewletê ya Wanê li gundê wê bê veşartin.

Ridvan Bayram ê ku xizmê parlamenterê ANAP û Partiya Fazîletê Mustafa Bayram e, hê nehatiye dîtin.