Li Wanê jin li hev rûniştin: Ji dîktatoriyê re NA!

TJA’yê li Wanê bi dirûşma ‘Ji dîktatoriyê re NA’ kampanyaya referandûmê da destpêkirin.

Piştî deklarasyona li Amedê hatî weşandin li Wanê jî TJA’yê li bînahiya bajêr a DBP’ê daxuyaniya çapemeniyê da û kampanyaya ‘’NA’ da destpêkirin.

Wekîla Wanê ya HDP’ê Bedîa Ozgokçe Ertan axivî û got, gelê Kurd van 2 salên dawî ji pêvajoyeke giran derbas bû lê dîsa bi rûyekî vekirî û serbilindî li ser piyan ma. Ertan diyar kir ku AKP’ê bi polîtîkayên xwe yên heyî têk çûye û bi sîstema seroktiyê hewl dide ku xwe ji çiravê derxîne. Ertan bi berdewamî diyar kir ku di destûra nû de têkildarî jinan û nasnameyên din tiştek nîn e.

Piştî Ertan li ser navê TJA’yê Leya Işik axivî û got, ‘’pêvajoya çareseriyê ya ku 2013’an dest pê kirî ji hêla AKP’ê ve bi yek alî hatiye qedandin û pêvajoyeke tarî hatiye destpêkirin.’’

Işik got, ‘’Divê vê pêvajoyê de li Imraliyê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sîstema tecrîda girankirî hatiye destpêkirin. Bajarên Kurd hatine kavilkirin û komkujiyan dest pêk iriye. Li dijî pêvajoya ku mîmarê wê Birêz Abdullah Ocalan bû û tabloyeke hêvîdar, serketî, sincî, biratiyê ya Tirkiyê raber dikir û gelan jî qebûl kiribû şer hatiye destpêkirin.’’

 ‘TEKANA RÊ AZADIYA OCALAN E’

Işik bi berdewamî got, ‘’herî pir pêdiviya jinan bi hişmendiya çareseriyê ya Birêz Ocalan heye. Em dixwazin di komareke demokratîk de bijîn ku xwe dispêrê neteweya demokratîk. Tekane rêya pêkhatina vê jî di azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û naskirina mafê gelê Kurd e. Ji bo vê jî em jin vê têkoşîna rûmetdar didin.’’

Işik herî dawî got, ‘’Em jin li gel her cure komkujî, dîlgirtin, êşkence û êrîşan bawer dikin ku bi teqezî em ê bi ser bikevin. Li ser vê bingehê qonaxa 2. a ‘’ez li Rêbertî, li Xak û Azadiya xwe xwedî derdikevim’’ bi ‘’Teqez em ê bi ser bikevin’’ em ê berdewam bikin.  Em jinên TJA’yê diyar dikin ku destekê didin Kampanyaya Ji Dîktatoriyê re NA a ku li Amedê dest pê kirî û em dibêjin, azadî teqez wê bi ser bikeve.’’