Li Torontoyê civîna 25’ê Mijdarê

Li Torontoyê jinan li dijî şîdeta zilam li hev civiyan. Di civînê de damezrînera Projeya Jinên Efrînî yên Winda Meghan Bodette behsa sûcên şer ên dewleta Tirk û çeteyên wê ku jinan dikin armanc, direvînin, winda dikin û sûcên din kir.

Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navnetewî ya li Dijî Şîdeta li Ser Jinê, li ser banga Kolektîfa Jinên Azad a Sara ya li paytexta Kanada Torontoyê, li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk civînek hate lidarxistin.

Civîna ku bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna jinên ji ber şîdeta zilam jiyana xwe ji dest dane destpê kir. Civîn bi sînevîzyonê berdewam kir.

Bernameya sînevîzyonê ji çîroka Xwişkên Mîrabel destpêkir û sûcên li dijî jinê yên di dîrokê de û her wiha sûcên li dijî jinan ên li Kurdistan û Tirkiyeyê hatin vegotin.

Piştre Berdevka Kolektîfa Jinan a Sara Ozgurê derbarê encamên civakî yên derxistina Tirkiyeyê ji Peymana Stenbolê ya bi destê Serokkomarê Tirk Erdogan û têkoşîna jinan de daxuyaniyek da.

Lêkolînera serbixwe û damezrînera Projeya Jinên Efrînî yên Winda Meghan Bodette ku li ser înternetê tevlê civînê bû, behsa xebatên xwe yên di vê çarçoveyê de kir û got ku divê şîdeta zayendî, siyasî û fizîkî ya çeteyên dewleta Tirk a dagirker li dijî jinan li Efrînê pêktînin di asta navneteweyî de bê naskirin.

Meghan Bodette da zanîn ku sûcên şer ên dewleta Tirk û çeteyên wê ku jinan dikin armanc, direvînin, winda dikin û sûcên din ji aliyê hemû cîhanê ve tê zanîn û got ku ev lekeyek reş e ku wê bikeve dîrokê.

Piştre notên ku şervaneke jin di sala 2015’an de di berxwedana xwerêveberiyê ya Cizîrê de girtibûn, hatin xwendin.

Di civîna ku saetekê dewam kir de gelek caran bê navber dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” û “Berxwedan jiyan e” hatin berzkirin.