Li Swêdê, kesekî hevsera xwe Ayten Edîl qetil kir bi 18 salan cezayê girtîgehê hat cezakirin

Zîrdeşt Edîl ê di 10'ê Îlona 2015'an de li paytexta Swêd Stockholmê bi 66 derbên kêrê hevsera xwe qetil kir, ji aliyê dadgeha destpêkê ve ji ber sûcê kuştinê bi 18 salan cezayê ragirtina li girtîgehê hat cezakirin.

Zîrdeşt Edîl ê di 10'ê Îlona 2015'an de li paytexta Swêd Stockholmê bi 66 derbên kêrê hevsera xwe qetil kir, ji aliyê dadgeha destpêkê ve ji ber sûcê kuştinê bi 18 salan cezayê ragirtina li girtîgehê hat cezakirin. Dadgehê biryar da sûcdar, 50 hezar kron tazmînatê bide her yek ji 2 zarokên Edîl.

Di doza li Dadgeha Sodertorn a Swêdê de Dozger Tomas Malmenby xwest, bersûc Zîrdeşt Edîl bi cezayê ragirtina heta bi hetayê li girtîgehê, bê cezakirin.

Dadgehê biryar da ku ji ber pirsgirêkên psîkolojîk ê bersûc, nikare hin helwestên xwe kontrol bike, lewma 18 sal cezayê ragirtina li girtîgehê lê birî.

Dozger Tomas Malmenby di gilînameyê de ragihandibû ku şîdeta li Ayten Edîl (Yucel) hatiye kirin zaliman e bû û got, "Xuya ye hêdî hêdî kuştiye. Xuya ye Ayten Edîl tirsa mirinê jiya ye. Em nizanin kengî organên wê hatine parçekirin. Lê belê li gorî delîlên heyî, eşkere ye dema hatiye parçekirin, ew sax bûye."

Dozger da zanîn, ku ji ber bêvil û lêva jorîn a Ayten Edîl bi kêrê ji aliyê hevserê wê ve hatiye jêkirin, ew texmîn dikin ku bûyer kuştineke toreyê ye û bersûc ji bo hin kesên din bibîne organên hevsera xwe jê kiriye. Di vê çarçoveyê de dozger xwestibû, cezayê ragirtina heta bi hetayê li bersûc were birîn.

Piştî ku biryara dadgehê hat eşkerekirin, parêzera bersûc Serpîl Gungor got, "Nedayîna cezayê ragirtina heta bi hetayê baş bû. Ez difikirîm ku wê heta wextekê ceza lê bê birîn. Biryar jî bi vî rengî hat dayîn. Ji ber vê ez kêfxweş im."

JI BER KU XWESTIBÛ JI HEVSERÊ XWE CIHÊ BIBE HATIBÛ QETILKIRIN

Dayika du zarokan jina Kurd Ayten Edîl a 41 salî ya ji Sêrtê, par di meha Gulanê de, ji ber kincê  di daweta birayê xwe yê li Kurdistanê de li xwe kiribû, rastî êrîşa hevserê xwe hatibû. Li ser giliyê Edîl, hevserê wê hat binçavkirin û piştî îfadeyê serbest hatibû berdan. Ayten Edîl da xuyakirin, ku ew rastî zext û şîdetê tê û ji bo ji hevserê xwe cihê bibe serî li dadgehê dabû.

Edîl anîbû ziman ku hevserê wê gefê lê dixwe û ji dadgehê xwestibû biryara tedbîrê werbigire. Lê belê dozger ev daxwaz di 18'ê Tebaxê de red kiribû û di 10'ê Îlonê de ji aliyê hevserê xwe ev bi kêran hatibû qetilkirin.

Rêxistinên jinan, bi zimanekî tund dozgerê ku daxwaza tedbîrê ya Ayten Edîl red kir, rexne kiribûn. Meclîsa Jinên Kurd a Amara jî bi merasîmekê cenazeyê Edîl şandibû Sêrtê.

Li Swêdê salane bi qasî 20 jin ji aliyê hevser an jî xizmên xwe ve tên qetilkirin.

...