Li Stockholmê panel û perwerdeya jineolojiyê ya jinên Kurd û Fars

Li paytexda Swêd Stockholmê di navbera 20-23'ê Cotmehê de bi pêşengiya KJAR’ê panel û perwerdeyek ji bo 4 rojan hate lidarxistin.

Di navbera 20-23’yê Cotmehê li paytexta Swêdê Stockholmê bi pêşengiya Komeleya Jinên Azadiya Kurdistanê, bi tevlêbûna 30 jinên Kurd û Fars panêl û perwerde hate lidarxistin. Di panel û perwerdehiyê de li ser mijarên wekî dîroka jinê, jineolojiyê, dîroka têkoşîna jinên Kurd, Îran û Rojhilatê Kurdistanê nîqaş hatin kirin. Her wiha li ser mijara rêxistinbûn û sîstema KJAR’ê jî hate sekinandin.

Di panel-perwerdehiyê de çend fîlm û belgefîlm li ser mijara jinê, têkoşîna wê ya dîrokî û têkildarî jiyan û têkoşîna Sakine Cansiz jî hatin nîşandan.

Perwerde ji hêla Nûçegihan Necîba Qeredaxî, berpirsa KJAR’ê ya Ewropa Zîlan Rojhilatî û çalakvanên jin Kiwêstan Dawidî û Nigîn Vatanî ve hatin dayin. Bi berfirehî li ser dîroka ne nivîskî ya jinê, sedem û faktorên windakirina jinê ya di dîrokê, bandora mîtolojî û dînan a li ser statûya jinê hate sekinandin.

Nûçegihan Necîba Qeredaxî têkildarî dewreya perwerdeyê got, "Jin di van dewreyan de bi dîroka xwe û hêz û enerjiya xwe dihisin, ku ev wan ber bi têkoşîn, rêxistinbûna û sazîbûyina xweser ve dibe."

Berpirsa KJAR’ê Zîlan Rojhilat jî got, "KJAR sîstema rêxistinbûna xweser a jinên bi pêş dixîne, di hemû aliyên siyasî, civakî, aborî, dîplomasî û hwd." Rojhilatî bang li hemû jinên Kurd û Îranê kir ku xwe tevlî nav xebatên KJAR’ê bikin.

Nigîn Vatanî rexne li femînîstên Îranê anî û diyar kir ew bi îdeolojiya dewleta navendî ya Îranê li jinên Kurd dinerin. 

Kiwêstan Dawidî jî kêfxweşiya xwe diyar kir ku têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd deriyekî guhertinê yê radîkal li civaka Kurd vekiriye û îro gihaştine asteke zanistî.

Her wiha 8’ê Mijdarê wê paneleke taybet ji bo jinên biyanî li Stockholmê werê lidarxistin û li 19’ê  heman mehê de dîsa konfransa bi mijara jineolojî were organizekirin. Tê payîn ku ji rêxistinên jinan ên Kurd û Swêdî, perlamenter û jinên fêmînist jî tevlî bibin.

 

...