Li Şengalê 2.Konferansa Jinan pêk hat

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sozdar Avesta li 2. Konferansa Jinan a Şengalê axivî û got, ‘’Em îro vê konferansê pêk tînin, bi mebesta jinên êsîrên di destê DAIŞ’ê de rizgar bikin’’

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sozdar Avesta li 2. Konferansa Jinan a Şengalê axivî û got, ‘’Em îro vê konferansê pêk tînin, bi mebesta jinên êsîrên di destê çeteyên DAIŞ’ê de rizgar bikin. Em ê di nêz de wan azad bikin. Em deyndarê wan in, em ji bo ku wan azad bikin têdikoşin, li ber xwe didin.’’

Ji Rojavayê Kurdistanê Kongra-Star, Wargeha Newrozê, ji çiyayên Şengalê gerîlayên YJA-Starê, YJŞ, jinên Şengal, nûçegihanên Ewropî û ji çiyayên azad ên Kurdistanê, endama Konseya Rêveber a KCK’ê Sozdar Avesta li konferansê amade bûn.

Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Sozdar Avesta di konferansê de axivî û got ,’’Ez wan hêzan şermezar dikim ku komkujî bi ser vî gelî de anîn û neçar hiştin ku gelê me koç bike. Li ser navê konferansê jî ez hezkirin û hurmetê ji Rêber Apo re dişînim ku em anîn vê rojê. Ev konferas di kesayetên amad de li Rêber Apo pîroz be. Em şehîdên ku li dijî qirkirinê berxwedanên mezin nîşan dayin, şehîdên fermana 74 bi bîr tînin û bi hurmet li ber bîranîna wan bejna xwe ditewînim.

‘’KONFERANSA XWERÊVEBERINA JINÊN ÊZÎDÎ YE’

Avesta diyar kir ev konferansa ku pêk tê ne konferansa nirxandina xebatê salê ye û got konferansa xwerêxistinkirinê ye, ‘’Konferansa 2. her wiha konferansa xwebirêxistinkirina jinên Êzîdî ye. Êdî têrê nake ku tenê weke meclîs têkoşîn were dayin, li kû derê dibe bila bibe jineke azadîxwaz hebe divê em xwe bigihînin wê, wan bi rêxistin bikin û perwerde bikin. Niha em di pêvajoyeke pir cihê û girîng re derbas dibin. Di vê pêvajoyê de li ser gelê me û Şengalê lîstik hene. Şengal hê birîndar e, hê jî jin, dayîk êsîrên destên çeteyan in û hê jî bi hezaran Êzîdî koçber in. Gelê Êzîdî li Şengalê koç kiriye. Belê, gelê Êzîdî li Şengalê li ser xaka xwe tam bi cih û war nebûye. Ji xak, gund û malên xwe dûr in. Ji bo dawî li vê koçê were anîn, wan jin û zarokan dîsa li xaka wan a pîroz vegerînin û jinên hêsîr azad bikin û wan biparêzin pêdivî bi berxwedan û têkoşînê heye.’’

 ‘ÊN KU BÛN FERMANÊ JI YEKÎTIYA JINÊN ÊZÎDÎ DITIRSIN’

Avesta di axaftina xwe de wiha anî ziman: ’’Yên ku bûn sersedemê fermana gelê Êzîdî ji yekitiya jinên Şengalê ditirsin, ji têkoşîn û berxwedana wan ditirsin. Ji bo vê jî ji hêlê ve dixwazin vîna wan bişikînin. Dixwazin jinên Şengalê bikin weke koleyan, naxwazin ku li dijî zilm û zordariyê serê xwe rakin.’’

 ‘DI TÊKOŞÎNA JINÊN ÊZÎDÎ DE KEDA RÊBER APO HEYE’

Avesta diyar kir di têkoşîna Jinên Êzîdî de keda 40 salî ya têkoşînê heye û wiha pê de çû, ‘’Di bingehê şoreşa we de ked û têkoşîna 40 salî heye. Keda Rêber Apo heye, a şehîdên nirxdar heye, di vê bingehê de keda artêşbûna jinê û partîbûna jinê heye. Hûn jî parçeyek ji vê kedê ne. Bi fermana Rêber Apo divê em li Jinên Êzîdî xwedî derbikevin ku niha hêsîr in, divê em li wan jinan xwedî derbikevin ku niha koçber in, li derveyî xaka xwe ya pîroz in û li deverên dî dijîn. Divê em yekîtiya xwe xurt bikin. Em ji Rêber Apo re bibêjin, em li keda te xwedî derdikevin. Em li şûna te tola jinên Êzîdî dihilînin, em Şengalê azad dikin.’’

Peyamên PAJK, KJK, Meclîsa Jinên Êzîdî ên Efrînê, Meclîsa Jinên Êzîdî ên Ewropa hatin xwendin. Raporên xebatê hatin xwendin, dengdan û komîteya rêxistinbûna jinê hate avakirin.

Konferans berdewam dike.

 

...