Li Rûsyayê wê şîdeta li nava malê bê ceza bê hiştin

Li Rûsyayê, her sal 14 hezar jin ji ber şîdeta li nava malê jiyana xwe ji dest didin. Pêşnûme qanûnek ku cezayên li kiryarê şîdetê tê birîn sivik dike, hat qebûlkirin.

Dengdana li ser vê pêşnûme qanûnê li Dûmayê, ku baskê jêrîn ê Meclîsa Federal e hat kirin. Di dengdanê de, li hemberî 2 dengên dijber, pêşnûme qanûn bi 385 dengan hat qebûlkirin. Li gorî pêşnûmeyê, cezayên ku li sûcên şîdetê yên 'cara yekê' li nava malbatê hatine kirin tê birîn, tê sivikkirin. Li gorî vê yekê, eger 'nebû be sedema birîndariyeke cidî' bûyerên lêdanê û şîdetê wê weke 'sûc' neyê dîtin.

Pêşnûme qanûn ku bi giranî hat qebûlkirin, wê piştî nirxandineke duyemîn pêşkêşî dengdana Konseya Federal were kirin. Alîgirên vê pêşnûme qanûnê îdîa dikin, ku wê mafê 'girtina tedbîrên dîsîplînê yên dê û bav li ser zarokên xwe' bê parastin. Ev alîgirên pêşnûmeyê îdîa dikin, ku divê 'dewlet tevlî meseleyên li nava malê nebe' û şîdeta ku 'rê li ber birîndariyeke giran vekiriye' wê bê cezakirin.

Li gorî wan mirovên ku bi fikar in ji ber qanûnê wê şîdeta li jinê tê kirin bê ceza bimîne, civak bi vê pêşnûme qanûnê re wê hê bêhtir bikeve rewşeke nebaş. Rêvebera yek ji saziyên alîkariya ji bo mexdûrên şîdeta zayendî Marîa Mochowa li ser pêşnûmeyê axivî û got, "Dixwazin vê mesajê bidin: 'em naxwazin kesekî ku li malê şîdetê dike ceza bikin, ji ber ku ev mafê xwe heye'."

Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî li Rûsyayê her sal 14 hezar jin ji ber şîdeta partnerê xwe yan jî kesên li nava malbatê jiyana xwe ji dest didin.