Li Parlamentoya Rojava ya li Hollandayê, hatina ba hev a ‘Hêza Dijber a Rastîn’

Li Parlamentoya Rojava ya li muzeya Van Abbe ya bajarê Eîndhoven ê Hollandayê, bernameya “Hêza Dijber a Rastîn“ hat sazkirin.

Jonas Staalê Hollandayî ku hunermendekê dîtbariyê û lêkolînerekê propagandayê ye, sala 2018’an parlamento ava kir. Ji roja ku ava bûye heta bi niha, çalakiyên cur bi cur û civîn lê tên çêkirin, dannasina konfederalîzma demokratîk lê tê kirin. Bernameya pêşîn a îsal a bi navê “Hêza Dijber a Rastîn“ hat çêkirin.

“Hêza Dijber a Rastîn“ çalakiyek e ku rêxistinên gel ên li dijî pergala kapîtalîst tên ba hev. Jinên Kurd jî di nav de ne. Xebatên cur bi cur li atolyeyê hatin kirin. TJK ya Hollandayê û Weqfa EcoWomen jî mijarên xwe pêşkêş kirin. Di beşê ewil ê xebatên perwerdehiyê de ku ji aliyê hunermend û aktîvîst Îllîada Charalamboûs, Jonas Staal, Serda Demîr û muzeya Van Abbe ve hatin sazkirin, koma jîngehparêz Extinction Rebellion, kolektîfa femînîst a Îranî Jina Collective, TJK ya Hollandayê û weqfa Eco Womenê, navgînên xwe yên rêxistinî û rêbazên xwe yên têkoşînê dan naskirin.

Piştî axavtina destpêkirinê, dîtinên li ser “Hêza Dijber a Rastîn“ ku alternatîfek e li dijî pergala heyî, hatin parkirin û bi vî awayî xebatên atolyeyî hatin kirin. Jina Collectiveê behsa rolê jinan di berxwedanê de, kir. Nûnerên kolektîfê diyar kir ku berxwedan ji bo jinan, ne bi tenê daxwaza ji bo mafê xwe ye û behsa giringiya têkoşîna femînîst kir.

Di pêşkêşkirinê de îşaret pê hat kirin ku zext bêhtir li jinên Belûc û Kurd dibe. Pêşkêşî, bi sirûdên berxwedanê yên Îranê û xebata pankartê ya hevpar, bi dawî bû.

Di komxebatê de ku ji aliyê TJK Hollanda û wefqa EcoWomen ve hate amadekirin, pergala hevserokatiyê, xebatên ekolojîk û dîroka dirûşmeya “Jin jiyan azadî“ hatin nîqaşkirin. Di danasîna li Parlamentoya Rojava de ji agahiyên teorîk zêdetir bal bi ser mekanîzma û amûrên têkoşînê de hat kişandin. Di beşê dawîn ê xebata atolyeyê de ku dannasîna gundê Jinwar ê li Rojava hatiye avakirin hate kirin, qala giringiya govendê ya ji bo tevgera berxwedanê ya Kurd jî hate kirin. Dannasîn, bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî“ û tilîlîyan bi dawî bû.

Xebata din jî ji aliyê koma jîngehparêz Extinction Rebellion (XR) ve hate pêşkêşkirin. Nîqaşên li ser tevlêkirina beşên berfireh ên civakê ya ji bo xebatên ekolojîk hate kirin.

Di dawiya xebatê de ku hemû mijar bi awayekê hevpar hate nirxandin, hate destnîşankirin ku divê kombûyîna rêxistinên girseyî were bipêşxistin. Xebatê ku wê di mehên Gulan û Cotmehê de bi rêxistinên cuda bidome, wê Mijdara 2023’yan bi tevlêbûna hemû rêxistinên beşdar re bi pêşkeşkirina danezana hevpar, bi dawî bibe.