BI DÎMEN

Li Parîsê li pêşiya dadgehê çalakiya edaletê

Ji bo Qetlîama Parîsê bê ronîkirin li pêşiya dadgehê mîtîngek hate lidarxistin.

Piştî qetilkirina yek ji damezêrnera PKK'ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Endamê Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ên ku 9'ê Çileya 2013'an de hatin qetilkirin û şûn de, dadgeha Fransa doz taloqî 23 Çileya 2017'an kiribû.

Piştî mirina sûçdarê Qetlîama Parîsê Omer Gûney ku beriya rûnîştina dozê hate ragihandin û şûn de, îro wê rûnîştina dozê ku wê dadgeha Fransa rêyek çawe bişopînin, Kurdistanî û dostên wan li Parîsê li pêşiya avahiya dadgehê mîtîngek lidarxist.

Tevî hewaya sar jî bi sedan Kurdistanî û endamên SKB'ê beşdarî mîtînga li Qada Chatletê bûn.

'EM Ê HÊ BI ISRAR BIN Û WÊ ÇALAKIYÊN EM XURTIR BIN'

Di mîtîngê de li ser navê Tevgera Jinên Kurd Zozan Serhat, hevseroka CDK-F Cemîle Reklîçay axivîn û ev tişt gotin: 

"Em baş dizanin ku qetlîama Parîsê bi fermana kê û bi destê kê hatine kirin. Li Fransayê gelek qetilkirinê polîtîk hatin kirin û ev hemû demê re dixwazin bê encam bikin, lê em qet rê nadin doz bi taloqkirin û belavkirina demê re bê encam bikin. Fransa jî sûcdar e. Ji bo ronîkirina vê dozê ji her demê bêhtir em ê bi israr û wê çalakiyên me hê xurtir bibin."