BI DÎMEN

Li Parîsê ji bo grevên birçîbûnê çalakî

Li Parîsê ji bo piştgiriya grevên birçîbûnê çalakî didomin.

Li Paytexta Fransayê Parîsê çalakiyên Kurdan ên ji bo piştgiriya grevên birçîbûnê didomin.

Ji bo balbirina ser grevên birçîbûnê yên li zindanên Tirkiyeyê, çalakiya li pêşiya Parlementoya Fransayê ya Parîsê di roja 2’emîn de ye.

Li çalakiya ku Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk a Vîllîer le bel’ê pêşengiya wê dike bi fransî sloganên “Bijî berxwedana girtiyên siyasî” tê qîrîn û hat xwestin ku bila raya giştî bêdeng nemîne.

Di çalakiyê de Jinên Ciwan ên Azad ên Vîllîer le bel’ê jî belavokên li ser grevên birçîbûnê belav dikin.