BI DÎMEN

Li Parîsê ji bo 3 jinên şorşeger çalakiya edaletê

Li paytexta Fransayê Parîs, ji bo yek ji damezirînera PKK’ê Sakîne Cansiz, Endama KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ên ku di 9’ê Çileya 2013’an de hatibûn qetilkirin, çalakiya edaletê hate lidarxistin.

Li ser banga Tevgera Jinên Kurd ên Ewropayê li paytexta Fransa Parîsê weke her hefte roja Çarşemê vê hefteyê jî çalakiya edaletê hate lidarxistin.

Endamên Tevgera Jinê ya Kurd a Ewropayê û Yekîtiya Jinên Sosyalîst bi daxwaza berpirsyarên qetilkirina 3 jinên şoreşger diyar bibin çalakî lidar xistin, her wiha komekî

Fransî yên ku ji 15 kesan pêk dihan ku li ser Konfederalîzma Demokratîk perwede didîtin jî piştgirî dan çalakgeran.

Di saet 14:00’an de li pêşiya Navenda Civaka Demokratîk a Parîsê meşek hate lidarxistin û di meşê de tim dirûşmên “Em hemû Sakîne, Fîdan û Leyla ne” û têkildarî qetlîamê jî belavok hatin belavkirin.

Girseya ku hatin pêşiya Buroya Enformasyona Kurdistanê ku 3 jinên Kurd ên şoreşger lê hatibûn qetilkirin, deqeyek rêz girtin.

Di axaftinan de hate diyarkirin ku divê destên qirêj û tarî yên li pişt qetlîamê bên ronîkirin û darezandin.