Li Parîsê greva birçîbûnê ya ji bo piştgiriya girtiyan di roja 3. de ye

Li Parîsê greva birçîbûnê ya ji bo piştgiriya girtiyên li girtîgehên Tirkiyeyê di roja 3. de didome. Endamên YXK jî dosyayan ji saziyên Fransa re şandin.

Çalakajiya ku li pêşiya Parlamentoya Fransa, bi tevlîbûna Endamên Meclîsa Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Creîlê, Endamê Platforma Dengê Girtiyên Fransa û Kurdistaniyan didome.

Çalakiya ku di saetên sibê de destpê kirî, pankartên 'Berxwedana Girtiyên Polîtîş di roja 57. de ye' û 'Bêdengî dikuje' hatin vekirin û girêdayî greva birçîbûnê belavok belavkirin.

Li aliyê din Endamên Yekitiya Xwendevanên Kurdistanê (YXK), li ser rewşa berxwedana girtiyên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê dosyayekî radestî Rêxistinên Civaka Sivîl a Fransayê û saziyên çapemeniyê kirin.