Li Parîsê çalakiya edaletê: Qatîl Erdogan!

Li Parîsê çalakiya edaletê ya ji bo 3 jinên şoreşger ku hatibûn qetilkirin didome.

Bi banga Tevgera Jinên Kurd ên Ewropa her roja Çarşemê çalakiya edaletê tê lidarxistin. Çalakî bi tevlîbûna Kurdistanî û endamên SKB'ê di seat 14:00'an de li ber avahiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Parîsê destpê kir.

Girseya gel posterên 3'ê jinên şoreşger, Sakine Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez rakirin û dest bi meşê kirin. Di meşê de bê navber dirûşmeyên 'Em hemû Sakîne, Fîdan û Leyla ne', 'Jin jiyan azadî' û 'Qatîl Erdogan' hatin qîrkirin..

Li ber avahiya Buroya Enfarmosyon a Kurdistanê deqeyek rêzgirtin hat girtin û daxwaz ji Fransa hat kirin ku rastiyan derxîne holê.