BI DÎMEN

Li nav Tevgera Azadî rêxistiniya jinê hate asteke wiha ku êdî balê dikişîne

Jinên ku li nav Tevgera Azadî xwe rêxistin dikin, diyar kirin ku li Başûrê Kurdistanê yekem û tekane tevger in ku ji bo azadiya civakî keda wan heye.

Tevgera Civaka Azadî ya Kurdistanê 2-3’yê Sibatê kongra xwe ya 2. li dar xist. Jinên ku tevlî kongreyê bûbûn, rista jinê ya di nav Tevgera Azadî de ji ajansa me ANF’ê re nirxandin.

Jinan diyar kirin ku Tevgera Azadî ew avanî ye ku li Başûrê Kurdistanê jin herî pir di nav de xwer rêxistin dikin, bi pergala Hevseroktiyê zayend bi wekhevî têne temsîlkirin û diyar kirin ku ev rewş rêyekê li her azadiya civakî vedike.

 ‘JIN LI HEMÛ QADAN XWE BIRÊXISTIN DIKIN’

Delegeya Kongreyê Bêrîvan Mihemed got, ‘’Tevgera Azadî li Başûrê Kurdistanê yekem û tekane tevger e ku pergala hevseroktiyê bi kar tîne. Tenê ne di rêveberiya giştî ya tevgerê de, li hemû qadên rêveberiyê, li komîsyonan jî ev wiha ye. Jinan ev 2 sal in têkoşîneke giran dan.’’

Mihemed diyar kir ku jin di nav Tevgera Azadî de roleke çalak dilîzin, di nav rêxistiniya civakî de xwedan mîsyoneke girîng in û wiha domand: ‘’ Jin li herêmê pêşengiya sîstemeke nû dike. Ez bawer dikim ku siberojê jin di nav vê tevgerê de wê bêhtir xwe birêxistin bikin. Ev têkoşîn wê zoriyên ku jin di nav civakê û siyasetê de dijîn ji holê rabike.’’

 ‘JIN DI NAV TEVGERA AZADÎ DE HÊZEKE RÊXISTINBÛYÎ NE’

Delegeya Kongreyê Şîno Abdulxaliq diyar kir ku li gorî kongreya pêşî tevlêbûn zêdetir bûye û wiha got: ‘’Di bin banê Tevgera Azadî de her roj em mezintir dibin û xwe birêxistin dikin. Ev di kongreya me ya 2. de pir beloq hate xuyakirin.’’

Abdulxaliq diyar kir ku jin di siyasetê de xurtir bûye û wiha domand: ‘’Li Başûrê Kurdistanê jin û zilam di siyasetê de divê xwedî heman bandorê be. Jin divê zêdetir tevlî siyasetê bibe û rengê xwe li ser siyasetê bihêle. Jin têrnekar dîtin û li derveyî siyasetê hiştin. Lê jin di nav Tevgera Azadî de xwe birêxistin dikin. Sîstema hevseroktiyê û tevlêbûna wekhev nîşan dide ku jin têra xwe xurt in.’’

Yelda Seîd jî bal kişande ser giringiya Tevgera Azadî ya ji bo Başûrê Kurdistanê û wiha got: ‘’Tevgera Azadî tevgereke wiha ye, dike ku ji rengê xwe yê azadiyê, hîsa xwe di civakê de bibîne û were qebûlkirin. Jinan di nav Azadî de hêzek ava kirin. Sîstema hevseroktiyê bihêztir bi kar tînin. Ev ji bo me pir girîng e. Ji bo Başûrê Kurdistanê jî watedar e. Li hemû beşên Kurdistanê li ser jinê zext hene. Bi vê sîstemê re û bi felsefeya Apoyî re ev zext têra xwe kêm bûn. Li Başûrê Kurdistanê Tevgera Azadî ji bo vê jî girîng e.’’