Li Kolnê jin ji bo bêjin ‘NA’ li hev civiyan

Jin li Kolnê, ji bo rêkxistinkirina ‘NA’ yê, ya pêvajoya dengdayîna referandûma diktatoriyê li hev civiyan.

Li bajarê Koln ên Elmanyayê di pêşengtiya Meclîsa Jinan a Viyan de jin li hev civiyan. Jinên ku li Altefeûerwacheyê kom bûn, ji bo wê çawa li dijî eniya faşîst a AKP/MHP’ê rêxistinkirinê xurt bike gotûbêj kirin.

Di axaftinên bi Kurdî û Tirkî hatin kirin de, hat diyarkirin ku di hilbijartina 7’ê Hezîranê de serkeftina HDP’ê desthilatdar hejand. Di axaftinan de jinan bal kişand ku di sîstam Serokatiyê de mafê jinan, azadiya wan tên xespkirin, diyar kirin ku ev bi berxwedanekî hevpar dikare bi ser bikevin. Jinên Kurd-Tirk di axaftinan de diyarkirin ku divê di platformekî hevpar de tevger bikin, divê di referandûmê de kampanyaya ‘NA’ hê xurtir bikin.

Jinan wiha gotin: “Divê ti jin nemînin ku neçin ser sindoqan”, banga beşdariyê li civîna hevparên Jinên HDK’ê ya ku wê di meha Sibatê de bê lidarsitin kir.