Li Kerkûkê pêngava 'Raperîna li dijî tundiya li jinê'

Li Kerkûkê ji bo pêşîgirtina li tundiya li jinê, pêngavekê destpê kir. Pêngav bi çalakiyên cihêreng dewam dike.

Li bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê, li dijî tundiya li jinê pêngavek hate ragihandin. Pêngav bi pêşengiya Rêxistina Viyan bi dirûşma "Raperîna li dijî tundiya li jinê" destpê kir. Di roja destpêkê ya pêngavê hin çalakî hatin lidarxistin.

Di vê çaçroveyê de li Kerkûk Molê parçeyek qûmaşê spî hate danîn û kesên serdana vê navendê dikin, destê xwe bi rengê xwînê datîne ser qûmaş.

Rêvebera Rêxistina Viyan Fener Faruq diyar kir ku bi vî rengî ew dixwazin li ber rijandina xwîna jinan a li Rojhilata Navîn û Iraqê rabin.

Fener Faruq anî ziman ku di çarçoveya pêngavê de wê gelek çalakiyên cuda jî lidar bixin.

Li Kerkûk Molê her wiha sînevîzyonek jî li ser kuştina jinan a bi navê namûs, irf û adetê hate nîşandan.

Pêngava li dijî tundiya li jinê ku doh destpê kir, wê 5 rojan dewam bike.