Li Hewlêrê jinekê xwe şewîtand

Li navçeya Soran a Hewlêrê jina ciwan ya 20 salî, benzîn li ser xwe kir û xwe şewitand.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine girtin, şevê din di seat 22:00'an de li navçeya Soran a Hewlêrê jina bi navê D.X li Taxa B... dima, benzîn li ser xwe de kir û agir berda bedena xwe.

D.X ya ku agir berdayî bedena xwe, rakirin Nexweşxaneya Rojava ya Hewlêrê. Lê belê li gorî agahiyên dixtoran dayî di bedenê de şewat zêde ye û D.X li rexmê hemû mûdaxelayan ne hat rizgarkirin.

Li ser sedemê xwe şewitandina D.X ti agahî ne hatin parvekirin. Li Başûrê Kurdistanê di salên dawî de bûyerên xwe şewitandinê di şexsê jinan de balê dikêşe.