Li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Gebzeyê di 6 mehan de 5 kes mirin

Girtiyên Girtîgeha Girtî ya Jinan a Gebzeyê diyar kirin ku di 6 mehên dawî yên 2016’an de 5 kes mirin e. Girtiyan bi namemeyên ku şandin bang li raya giştî kirin ku tiştên li girtîgehê diqewimin, bikin rojev.

Binpêkirin û îşkenceyên ku li girtîgehan rû didin, êdî asta mirovî û wijdanî li pey xwe hiştine. Girtîgehên ku her roj agahiyên mirinê jê têne, bi Rewşa Awarte re êdî nema têne têne kontrolkirin û ji kontrolê derketine. Yek ji van girtîgehan jî Girtîgeha Girtî ya Jinan a Gebzeyêye.

Li ser girtiyan îşkenceyeke giran a psîkolojîk û fizîkî tê kirin. Mafê jiyanê ji dest girtiyan hatiye standin, li koxûşên 6 kesî 10 kes dimînin. Koxuşên 16 kesî jî 25 kes dimînin. Li girtîgehan qadên jiyanê herroj bertengtir dibin û êşkenceya psîkolojîk tê kirin.

Girtiyan dan xuyakirin, ku rêveberiya girtîgehê dixwaze bi zext û êşkenceyê çewsanê çêbike û gotin girtiyên ku pirsgirêkên wan ên psîkolojîk hene jî li koxuşên din têne barkirin.

Girtiyan dan zanîn, ku 2016’an, di 6 mehên dawî de 5 kes mirine û diyar kirin rêveberiya girtîgehê mirovan ber bi xwekujiyê ve tehf dide.

Hate diyarkirin ku 2 girtiyên nexweş ji ber sedema binpêkirina mafan jiyana xwe ji dest dane, girityeke dî ya jin jî ji berk u hestûyê kemaxê şikestibû, edeba wê li hemû laşê wê belav bû û bi derengî mudaxele lê hate kirin jiyana xwe ji dest da.Girtiyan diyar kirin ku girtîgeha Gebzeyê tam bûye kampa komîserhevkirinê û xwestin ku raya giştî bi lezginî girtîgehan bîne rojevê.