Li Endonezyayê di hedefa partiyên radîkal a îslamî de jin hene

Li cîhanê welatê ku nifûsa wê herî zêde Misilman Endonezya ye, li gorî raporeke ku hatî weşandin di hedefa partiyên radîkal yên îslamî de jin hene.

Rêxistina IPAC'ê  ku kirîza aborî û civakî yên li  başur rojhilatê Asya lêpirsin dike , diyar kir ku rêxistinên radîkal yên dincî yên Endonezyayê dixwazin jinan bikêşin cîhadê û van hewldanan partî xistin nava rêyeke dî.

Li gorî rapora IPAC'ê beriya DAIŞ'ê bi navê zilamên ku 'cîhad' dikirin û bi rêxistinî jin dihatin zewicandin, niha rista wan tê guhertin. Bi rista serokê DAIŞ'ê ku bi navê cihadê di medya civakî de nêzikî jinan dibe li medya civakî a Endonezyayê  jî ev pir hatiye kirin û bi vê ve girêdayî jin tevlî DAIŞ û rêxistinên nêzî wê dibin.

Jin ji ber zêdebûna derfetên internetê  yên ji bo propagandayê ji sala 2009'an ve zêde tevlî rêxistinên radîkal yên dîndar dibin. Eleqeya  mezin a ji bo internetê pir zêde bûye û propaganda tê kirn. Jin berê zêdetir di aliyê lojîstikê de cih digirtin. Lê bêlê di roja me ya îro de jin tevlî şer û operasyonan jî dibin, bi taybet jin ji bo êrîşên xwekûjî tên bikaranin.

Beriya niha polîsên Endonezyayê di meha Kanûna 2016'an de jinên bi navên Dian Yulia Novi û  Ika Puspitasari ku plana êrişekî xwekûjî dikirin girtin. 
Di nava DAIŞ'ê  de jî êdî jin di nava êrîşên xwekûj de cih digrin û tên destekkirin.

PENABER DİBİN HEDEF

Endonezya yek ji welatên herî zêde ye ku penaber koçî wir dikin. 4 milyon û niv penaberên Endonezyayî li welatên derve weke penaber kar dikin. Di Rojhilata Navîn de bi hezaran jinên Endonezyayî dibin hedefa  xeteriya partiyên radîkal yên dîndar de ne.

Nayê zanîn ku li Sûriye û Iraqê çikas jinên Endonezyayî hene. Li vê derê tenê li gorî îstatîka dewleta Tirk a di sala 2013'an de li sînorê Sûriye û Tirkiyê de girtin û dersînor kirin  100 jinên Endonezyayê ne. 

Alîkariya ku dewleta Tirk ji bo çeteyên DAIŞ'ê di aliyê lojîstîkî de li ser sînor dayî kirin were temaşekirin. Tê texmîn kirin ku di nava çeteyan de gelek jinên Endonezyayî  hene.