Li Elegezê Jinên Kurd ji bo 25’ê Mijdarê civînek li dar xistin

Jinên Kurd ên li herêma Elegezê ya Akbaran a Ermenîstanê dijîn bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja têkoşîna li Hemberî Şîdeta li Dijî Jinê di civînekê de hatin cem hev.

Jinên Kurd ên li herêma Elegezê ya Akbaran a Ermenîstanê dijîn bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja têkoşîna li Hemberî Şîdeta li Dijî Jinê di civînekê de hatin cem hev.

Civîna ku li buroya gundê Rîyataze yê girêdayî Elegezê ya Akbaran bi deqeyeke rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane destpê kir. Di civînê de endama Kurdistan Komîte Dîlan Cûdî li ser wateya rojê axivî.

Cûdî di axaftina xwe de bal kişand ser şîdeta ku îro ji aliyê dewleta Tirk ve tê kirin û got: "Bûyer, teror û qetlîamên li welatê me pêk tên ne ji rêzê ne. Bi taybet di demên dawî de bi destê dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê gelek kesên sivîl tên qetilkirin û îşkencekirin. Di nav van kesan de jinên xwedî zarok û keçên ciwan jî hene. Zîhniyeta ku AKP û dewleta Tirk îro temsîl dike, zîhniyeta paşverû û bindestiyê li ser gelê me ferz dike.”

Cûdî her wiha diyar kir ku her çiqas jî ji welatê xwe dûr bin jî dilê wan ji bo wan lê dide û got: “Ez hemû cure destdirêjî û bi taybet destdirêjiya li hember jinên Ezidî yên Şengalê, li hember hemû jinê Kurdistanê û hemû jinên cîhanê bi tundî şermezar dikim. Em wek jinên Kurd ku li welatê Ermenîstanê dijîn, di vê roja 25’ê Mijdarê Têkoşîna li hember Şîdeta li dijî Jinê, hemû êrîşên li hemberî jinan bi tundî şermezar dikin û lanet dikin."

Piştî Cûdî dayika Hasmîk axivî û wiha got, “Ez pir keyfxweşim ku beşdarî civînek wiha bûme. Ev hemû kar û xebat bi saya Serok Apo ye ku jinên Kurd êdî xwe nas dike. Ji bo wê weke jinekê ez ji vir heya Îmralî silavên xwe ji Serok Apo re dişînim. Bi fikra Rêber Apo destpêkê jina Kurd, gelê Kurd û tevayî Kurdistan şiyar kir. Carek din bi wesîleya vê rojê ez silavên xwe ji dayîkên şehîdan, jinên Kurd, şervanên ku di nava şer de ne û hemû jinên cîhanê re dişînim. Bila jinên Kurdistanê bizanin ku ne bi tenê ne.”

Beşdarên civînê bi pirs û nirxandinên girîng civîn berdewam kirin.

...